Pêşniyarên Selîm Temo
Pêşniyarên nivîskar Selîm Temo
Bîra Qederê - Mehmed Uzun >http://www.nayayinlari.com/index.php?route=product/product&product_id=195&search=MEHMED+UZUN
- Jar lê Sermest - Lokman Ayabe>http://www.nayayinlari.com/index.php?route=product/product&product_id=469&search=jar+l%C3%AA+sermest
- Bêbavî - Şêxo Fîlîk>http://www.nayayinlari.com/index.php?route=product/search&search=b%C3%AAbav%C3%AE
Selîm Temo Kiye?
Selîm Temo an jî Selim Temo Ergül (z. 27'ê avrêlê 1972 Êlih) nivîskar, akademîsyen, helbestvan û wergêrê kurd e. Selîm Temo, di 27'ê nîsana sala 1972'an de li gundê Mêrîna ku bi Êlihê ve girêdaye ji dayîk bûye.
Dibistana seretayî li gundê xwe, yên navincî li Batmanê bire serî. Di sala 1992an de beşa Etnolojî
(Fakulta Ziman, Dîrok û Cografîya) kar kir. Master û dozîna xwe li Zanîngeha Bîlkentê, beşa Zimanê
Tirkî de temam kir (Majîster: "Cemal Süreya Şiirinde Bedenin Yazınsallaşması/Nivîsîna Laş di
Helbesta Cemal Sureya de, 2003, doktora: Türk Şiirinde Taşra/Çolberî di Helbesta Tirkî de, 2009). Di
sala 1997an de xelata helbestê ya Yaşar Nabi Nayır, di sala 1998an de jî, xelata romanê ya
Halkevleri wergirt. Selîm Temo di kovara Esmerê de nivîsaran nivîsand û di her hejmara kovarê de jî
helbestvanekê Kurd da nasandin. Piştî ku komeke nivîskar û helbestvanan ji Kovara Esmerê qetiyan
û kovara Multi-kulti derxistin Selîm Temo jî di desteya weşanê a pêveka kurdî ya bi navê Çavreş a
Multi-kultiyê cih girt. Di sala 2009an de, li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê de, weke alîkar doçent
(asistant profesor) dest bi kar kir. Di vê pêvajoyê de, ji bo damezirandina Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî
xebitî. Piştî ku Lijneya Bilind a Perwerdehiyê (YOK) biryara "Enstîtuta Zimanên Jîndar ên li Tirkiyeyê"
da, îstifa kir. Li ser biryara YOKê çend rexne nivîsî û di rojnameya Radikal û kovara Le Monde
Diplomatique-Kurdî de weşand. Piştî vê helwestê YOKê bo hin zanîngehan biryara beşên Kurdî
pejirand. Digel vê yekê û tevî helwesta dewletê ya li hemberî Kurdî û Kurdan Dr. Temo venegeriya
beşê, ku niha karên xwe yên di warê Kurdolojiyê de didomîne. Temo di sala 2011an de, li Brîtanyayê,
li Zanîngeha Ekseterê, di beşa Centre for Kurdish Studies (Navenda Lêkolînên Kurdî) weke
mamosteyê mêvan xebitî.
Berhemên wî
Helbest:
O, Deniz ve İntihar/Ew, derya û xwekuştin (Tirkî-şano, 1994)
Ah! Tamara (Tirkî-helbest, 1995)
Kırgın Nehirler Meseli/Meseleya çemên şikestî (Tirkî-helbest, 1997)
Uğultular/Gazegaz (Tirkî-helbest, 2000)
Jübile/Dawî (helbestên giştî, Tirkî, 2011)
Sê Deng (Kurdî-helbest, Kurdî, 2011)
Keştiya Bayê (2016)
Roman
Çiftlere Cinayet Dersleri/Ji bo dergistiyan dersên kuştinê (Tirkî-roman, 1998) 2. Baskı 2020
Werger
Amidabad; Göç, Çocuk ve Irmak (Wergera "Amîdabad"a Fawaz Husên ji bo tirkî, 2004)
Solgun Romans (Wergera çîrokên bijartî yên Firat Cewerî, ji bo tirkî 2005)
Abdalın Bir Günü (Wergera "Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê" ya Mehmed Uzun ji bo tirkî, 2005)
Sen (Wergera "Tu" ya Mehmed Uzun ji bo tirkî, 2006)
Yaşlı Rindin Ölümü (Wergera "Mirina Kalekî Rind" ya Mehmed Uzun ji bo tirkî, 2006)
Yitik Bir Aşkın Gölgesinde (Wergera "Siya Evînê" ya Mehmed Uzun ji bo tirkî, 2006)
Aşk Gibi Aydınlık Ölüm Gibi Karanlık (Wergera "Ronî Mîna Evînê, Tarî Mîna Mirinê" ya Mehmed
Uzun ji bo tirkî, 2006)
Mem ile Zin (Mem û Zîn), Ehmedê Xanî,mesnewi, 2016
Kar ve Ateş, Muayed Teyib, helbestên bijarte,2016
Çîrokên Zarokan
Bi navê “Serê Şevê Çîrokek” rêzepirtûk, 12 pirtûk, 2006-2010. Ji aliyê Şaredariya Sûra Amedê ve
belaş tên belavkirin
“Serê Şevê Çîrokek” yek pirtûk 2019-2020 çapa çaran kiriye)
Antolojî
Kürt Şiiri Antolojisi/Antolojiya Helbesta Kurdî (Kurdî-Tirkî, Weşanên Pirtukxaneya Agora, 2 Cild, 1610
rûpel, Îlon 2007)
Lêkolîn û Gotar:
Türk Şiirinde Taşra: (2011)
Ruhun Bedeni (2014)
Uzak Komşu: Kürt ve Türk Şiiri İlişkileri (2015)
Horasan Kürtleri (2018)
Xelatên ku wî wergirtine:
Xelata Yaşar Nabi Nayır a Helbestê, 1997
Xelata Halkevleriyê ya Romanê, 1998
Çirayên 2011an, Weqfa Hrant Dink
Pêşniyarên Nivîskar Nûdem Hezex > http://www.nayayinlari.com/index.php?route=product/category&path=131_225
Pêşniyarên Nivîskar H.Kovan Baqî > http://www.nayayinlari.com/index.php?route=product/category&path=131_226
There are no products to list in this category.