Browse categories
sepetim 

Pêşniyarên Hesenê Metê

Hesenê Metê Kiye?

Hesenê Metê di sala 1957an de li gundê Tayan yê Erxeniya Diyarbekirê hatiye dinyayê. Ji ber sedemên malbatî di 11 an 12 saliyê xwe de ji gundê xwe derketiye.Çend salan li Nisêbînê û li Diyarbekirê jiyaye. Dibistana navîn û lîse li bajarê Mersinê yê Tirkiyeyê xelas kiriye.

Di geremolên salên 70-80an de ji ber sedemên sîyasî çend caran hatiye girtin û di girtîgehê de maye.

 Di dema derbeya sala 1980an de ji welêt derketiye û çûye Îranê. Li wir tevlî pêşmergeya KOMELA Zehmetkêşê Kurdistana Îranê bûye. Piştî wê, çûye başûrê Kurdistanê. Li gelek gund û bajêrên başûrê pêşmergetî kiriye. Di vê demê de bi pêşmergeyên YNKyê re pîyeseke ku nehatiye weşandin nivîsiye û derxistiye sehneyê, ku ji hêla Celal Talebanî û jina wî Hero Xanim ve hatiye temaşekirin. Vê serpêhatiya xwe di hevpeyvînekê de wisa vegotiye:

 

...Tiştekî balkêş bû ji bo min, wek edebî. Ji bo min wekî bîranîneke xweş bû. Aniha reîsê Iraqê jî temaşeya vê tiyatroya min kiriye. Nivîskariya min li vê derê dest pê kir.  

Wî sê sal pêşmergetî kiriye. Pişt re daketiye Sûriyê û ji wir jî bar kiriye Swêdê Hesenê Metê hê jî li Swêdê dijî.

Pirtûkên Hesenê Metê yên ku heta niha çap bûne

·   Merivên reben, Wergera Бедные люди ya Fyodor Dostoyevskî, 185 r., Weşanên Welat, 1991

· Smîrnoff, Çîrok, 95 r., Weşanên Welat, Stockholm, 1991

· Ardû, Çîrokên Gelêrî, 173 r., Weşanên Welat, Stockholm, 1991

· Labîrenta cinan, Roman, 197 r., Welat Publishers, Huddinge, Swêd, 1994

· Epîlog, Çîrok, 141 r., Weşanên Nûdem, Järfälla, Swêd, 1998

· Keça Kapîtan, Wergera Капитанская дочка ya Pûşkîn, 1998.

· Tofan, Çîrok, 88 r., Weşanxaneya Apec, Spånga, Swêd, 2000

· Jiyana rastîn, Göran Tunström (werger) Weşanxaneya Apec, 2004

· Ansîklopediya Zarokan (Children's Encyclopaedia), bi Amed Tigris, Mehmud Lewendi, Seyidxan Anter, Ali Ciftci, 236 r., Weşanxaneya Apec, Swêd, 2004

· Gername, Weşanxaneya Apec, 2005

· Gotinên Gunehkar, Roman, 151 r., Weşanên Avesta, Stembol, Tirkiye, 2007

· Li Dêrê, Roman, 102 r., Weşanên Nûdem, Stembol, Tirkiye, 2011

· Pêsîrên dayê, Çîrok, 130 r., Weşanxaneya Apec, Spånga, Swêd, 2013

· Îşev û çîroka dawîn, Çîrok, 90 r., Weşanxaneya Peywend, Stembol, Tirkiye, 2014

·       Hefsar, Roman, 94 r., Weşanxaneya Peywend, Stembol, Tirkiye, 2018

Pêşniyarên Hesenê Metê;

1. Gerînenaka Guernicayê - Yıldız Çakar

2- Dojeh -Receb Dildar

3-Mehkûm - M.Alî Kut


Pêşniyarên nivîskarên din lînkê bitikîne

http://www.nayayinlari.com/index.php?route=product/category&path=131

There are no products to list in this category.