Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Abdurrahman Aydoğdu

Abdurrahman Aydoğdu

Di sala 1992yan de li Sirûca Rihayê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî, navîn û amadehî li Sirûcê xwend. Pişt re, sala 2012an li zanîngeha Çewlikê beşa felsefeyê qezenc kir; di sala xwe ya pêşî de, dîsa xwe ji ezmûna zanîngehê re amade kir, sala 2013an kete ezmûna zanîngehê; vê carê jî li heman zanîngehê beşa “Riwekên Zeviyan” (Tarla bitkileri) qezenc kir.

Di heman dem û salê de sibê di beşa riwekên zeviyan de, şev jî, di beşa felsefeyê de xwend. Li sala 2016an her du başên xwe yên zanîngehê bi hev re xelas kir. Piştî zanîngehê, di dawiya sala 2016an de hate girtin û 10 mehan bê sûc di girtîgeha Cirnêreş (Hîlvan) ya Rihayê de ma.

Piştî 10 mehan şûn de dadgehê biryar da ku bê sûc hatiye girtin û biryara beraatê dan wî. Aydogdu piştî ji girtîgehê derket şûn de ji ber ku bê sûc ketiye girtîgehê tazmînat jî stand. Pişt re jî xebatên xwe yên Kurdî bê navber domand.

Di sala 2019an de li Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de mastir qezenç kir. 

Abdurrahman Aydoğdu, zimanhezekî Kurd e. Li ser zimanê Kurdî, wêje û folklora Kurdî lêkolînan dike. Aydogdu di salên xwe yên zanîngehê de hem bi hev re du beşan dixwîne, hem jî pirtûkek û kovarekê derdixe.

Li sala 2014an bi kedeke 2 salan pirtûkeke ji 3.500 Gotinên Pêşiyan pêk tê çap dike û ew xebata wî ya yekem e.

Di sala 2015an de Aydogdu û çend hevalên wî yên ciwan kovareke Kurdî ya bi navê “Heterotopîa” derxistin. Aydogdu ji berpirs û edîtorekî kovara Heteretopîayê bû piştî 4 hejmaran şûn de Aydogdu dikeve girtîgehê û kovar bi dawî dibe.

Berhemên Wî:

1.Gotinên Pêşiyan-Weşanên Na-2014

Bu kategoride ürün bulunamadı.

Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .