Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Eskerê Boyik

Eskerê Boyik


Eskerê Boyîk, sala 1941-ê li gundê Qundesazê (niha Rîya Teze),nehya Aparanê, komara Ermenistanê ji dayka xwe bûye. Berê li gundê xwe, paşê li gundê cînar: Elegezê xwendina navîn standîye. Xwendina bilind li bajarê Yêrêvanê xwendiye. Têza doktorî li ser zaniyariya aboriyê sala 1974 parastiye. Wê salê da zanîngeha zaniyariyê ya Aaborya malhebûna gundîtiyê da heta sala 1993 wek serokê parê xebitye. Gelek behemê wî yê zaniyarȋ (pirtûk, biroşyûr, gotar) derheqa pirsgirêkên aboriya malhebûna gundîtiyê da bi zimanê ermenî, kurdî, rûsî hatine weșandin. Sala 1976 heta dewya salê 1986 zanîngeha bajarê Yêrêvanê ya Malhebûna gundîtîyê da dersȇ rȇvabirina Malhebûna Gundȋtiyȇ daye. Hê mektebê da karê êfrandariyê va mijûl bûye. Salê 60-î da helbest, kurteçîrok û gotarê wî rojnea da çap bûne, bi radyoyê hatine dayin. Endemê Yekîtîya Nivîskarên Welatê Sovêtê, paşê endamê YN Ermenistanê û YN Qazaxstanê bûye. Salê dirêj katibê beșa nîvîskarên kurd ya rex YN Ermenistanê bûye. Gelek sala tev nivîskar Karlênê ÇAÇANÎ, berpirsiyariya almanaxa efrandinên nivîskarên kurd yê Ermenistanê: BAHAR kirye. Tevî çend hevalan li bajarê Almatayê, komara Qazaxistanȇ kovara KURD weşendiye. Bi salan li ser pirsgiȇkȇn Kurdzaniyȇ û Ȇzdȋnasiyȇ xebitȋye. Bi dehan pirtûkȇ wȋ yȇ helbest, kurteҫȋrok, roman û lȇkolȋnan hatine weșandin. Niha li Ewropayê dijî.

Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Eskerê Boyik
Lêkolîna me di derheqê berxwedaneke eşîrên Kurdên Êzdî ya mîrgeha Xalta de ye. Di wextê da mîrgeha Xalta di nav Kurdistanê da mîrgeheke Êzdiyan ya mezin û bi hêz bûye.             Xaltî, federasyoneke eşîrên Êzdîyan ne; heta niha jî eşîrên Qi..
₺56,00 ₺70,00
Vergiler Hariç:₺56,00
Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Eskerê Boyik
Dayîk bi kilaman, bi lorandinê bi zarokên xwe şah dibin, bi çîrok û kilaman zarokan radizînin. Bi kilaman bûkan siwar dikin, bi kilaman mêrxwasên xwe dişînine li ber şêr, heta bi kilaman mirîyên xwe verê dikin. Şivan bi kilam û bilûrê kerên xwe diçêrînin, cotkar bi kilaman xeta cotên xwe li ser ..
₺56,00 ₺70,00
Vergiler Hariç:₺56,00
Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Eskerê Boyik
Min* Êzdîxana min, hêsîrxana minDinê da bûyî derdekî mezin,Ketî dilê min,Ketî dilê min. Derd î, ku tucar nayê bîrkirin,Jan î, ku tucar nayê kerrkirin,Hêsir î, dewsê zihabûn nabe,Kenê kuști yî, ax șabûn nabe,Du‘a yî,Ez ê du‘ayê kê bikim? Nifir î,Êzdî dibêjin: “Nifir gune ye”,Nifira..
₺56,00 ₺70,00
Vergiler Hariç:₺56,00
Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Eskerê Boyik
Eskerê Boyîk, di çîrokên xwe de, him “bûyer” ji xezeba şîroveyê xelas kiriye, him xwendevan ji guhdarîkirina çîrokên do. awireke modern li zimanê rojane zêde kiriye, û bi zimanê rojane berê me daye tabloyên zindî,ku qewmîn û zirrbobelatên ecêb di nava xwe de dihewîne.di çîrokên wî de, “bûyer” ne li ..
₺80,00 ₺100,00
Vergiler Hariç:₺80,00
Gösterilen: 1 ile 4 arası, toplam: 4 (1 Sayfa)
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .