Feramaz Fîkrî Çevirel, di 01, 07,1938 an de li navçeya El-bakê gundê Soredêrê parêzgeha Wanê hatiye dinê. 4 sal medresê xwendiye. Di sala 1965 an de çûye Misrê, li Misrê ji nû de xwedina xwe ya seretayê û navîn piştre jî Fakulteya zimanê erebî beşa wêjeya bilind a ZANÎNGEHA EL EZHERÊ xwendiye. Di sala 1977 an de dîploma lîsansê digire û vedigere Tirkiye yê.
Di sal 1977-78 an de li Wanê di Liseya Îmam Xetîbê de deh sal mamostetiya zimanê erebî dike. Piştî deh salan du sal jî li Îzmîrê Mamostetiyê dike. Piştî bîst û pênc salan erka kar-mendiya xwe temam dike û di sala 1990 an de karkenar (emeklî) dibe.
Fermez Çevîrel di rêveberiya GOÇ-DER, NÇM,TZP Û KURDÎ-DERA ÎZMÎRÊ de cîh girtiye.
Berhemên Wî:
Dîroka wêjeya kurdî / 2019 /Îzmîr / Weşanên NA
Berhemên li ber çapê:
Şîrova Kur‘an‘a Pîroz bi zimanê kurdî,
Rehber û kilavûza kurdî.
Jînenîgariya min