Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

İhsan Birgül

İhsan Birgül

 

              Îhsan Bîrgul; li mezraya Tarimê ya ser gundê Meyayê hatiye dinê. Meya gundê navçeya Giyadînê ya Agiriyê ye. Wekî her kurdî piştî destpêkirina dibistanê hînî zimanê Tirkî dibe. Piştî qedandina dibistana seretayî dev ji xwendinê berdide. Ji bo kar û xebatê diçe bajarê Îzmirê. Piştî salên du hezarî dîsa bi xwendinê re mijûl dibe. Dibistana navîn û lîseyê ji derveyî dibistanê diqedîne. Ji ber ku derfetên aborî tune bûne zanîngehê jî bi heman rêbazî dixwîne. Ji beşa Pêwendiyên Gelî û Reklamvaniyê mezûn dibe. Di gelek astan de kar û barê siyaset û rêveberiya partiyan dike. Bi avabûna TZP Kurdî re giraniyê dide ser xebatên ziman û xweperwerdekirina zimanê Kurdî. Li gorî dem û derfetan hîn jî dersdayîna kurdî didomîne. 

Ji bilî pirtûka xwe ya helbestan di antolojiyên helbestan ên  ji aliyê Mehmet Sait Arzu ve bi navê; Robozik, Helepçe, Şingal hatine amadekirin û antolojiya çîrokan a Mezopotamya Yazarlar Derneği ya bi navê "Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê" de cih digire.

Nivîsa wî ya ewil di kovara ciwanan Komagene de bi navê “Dağ ve Kürtler” tê weşandin. Bi kovara Hinarê dest bi nivîsên kurdî dike.

Di malpera înternetê ya bi navê Aryen Kurdî de dest bi nivîsên siyasî û rexneyî dike. Piştre di malpera Diyarnameyê de li gorî wext û derfetan çîrok, gotar û nivîsên siyasî dinivîse, hê jî berdewam dike.

 

Piştî sala 2020’an bi awayekî çalak dest bi rojnamegeriya serbest dike û giraniya xwe dide ser peyamnêriyê. Ji bo rojname û malperên wekî; Journo, 9 Eylul, Bernamegeh, İndependent Turkçe, Pîrhevok, Nûhev, Serhat News, Haber Ercîş, Ekoloji Haber, Dersim Gazetesi, Kent04,  Gazete Emek, Uni Haber Ajansı nûçe û nivîsan amade dike.

 

Berhem:

Gotinên Nîvcomayî, Helbest, Weşanên Ava, 2018


 

Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Îhsan Bîrgul
 Çîrokê û serhatiyên Îhsan Bîrgul ji aliye mijar û teşeye ve dişobin çîrokên Anton Çehev, kesên ji rêzê, bi ewayekî absurd û kenokî pirsgirêkên civakê û têkiliyên navbera kesan nîşanê me didin. Nivîskar bi berçavka  xwe ya xweşdîtî raçavkirina buyerên derdora xwe kiriye, ew geh dibe şahid,..
₺104,00 ₺130,00
Vergiler Hariç:₺104,00
Gösterilen: 1 ile 1 arası, toplam: 1 (1 Sayfa)
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .