Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Sedsalek bi îskeîsk

Sedsalek bi îskeîsk
Sedsalek bi îskeîsk
-20 %
Sedsalek bi îskeîsk
Sedsalek bi îskeîsk
Sedsalek bi îskeîsk

“xwebûn”

Peyva bi sêhr a ku me li xwe qedexe kir

Roj bi roj dihat înfazkirin dahatûyek

Divê em

Pelekî nû binivîsin ji çirûskan

Li ser tabletên winda yên Hûriyan

 

Kendalek li ber me yek li hundirê me

Û kemgirtiye lingan

Gotin stûxwar

Asozuştayê dîlgirtî li vir

Sîn li jorê elembar

Ez lerzîna lingên perperîkan dibihîzim

Kulîlk di ayînên xwekuştinê de

Tovên waweylê li dilê me hatine reşandin

Keder,

Mîna moristankan li pey hev rêz bûne

Cenga dilêran

Gula ku li ser sînga min vedibe

Axa sor bavêjin

Ser xweziyên min

Divê em ji nû ve binivîsin

Rêzimana jiyana xwe

Bi tîpên evînbar

Di gotinekê de

Çarmixek diviya ji bo jibîrkirinan

 

Şewşbûna xewnên beravêtî

Lanetiya giştî

Gunehkariya ku

Stûyê me li ber me xwahir kir

Tevkujiya rondikan bû

Ji çavên diya min diherikîn

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
  • Stok Durumu: 95
  • Yayınevi: Weşanên NA
  • Yazar: Mahsûm Dîma
  • Kağıt: 60 gr.Kitap Kağıdı
  • Sayfa: 64
  • Dil: Kürtçe
  • ISBN: 978-625-7085-33-5
  • Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
  • Yer: İzmir
₺40,00
₺50,00
Vergiler Hariç: ₺40,00
1 adet ve üzeri ₺40,00
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .