Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Êzdiyatiyê ji İlimdar û Zanan Nasbikin

Êzdiyatiyê ji İlimdar û Zanan Nasbikin
Êzdiyatiyê ji İlimdar û Zanan Nasbikin
-20 %
Êzdiyatiyê ji İlimdar û Zanan Nasbikin
Êzdiyatiyê ji İlimdar û Zanan Nasbikin
Êzdiyatiyê ji İlimdar û Zanan Nasbikin

Em dibînin ku kar û xebatên kek Kemal Tolan gelekî muhîm in ku bi salên demdirêj wekî xemxûr, lêkolêr û berhevkarê çand û dînê Êzdayetîyê, xizmeteka baş dike. Dîsa em dizanin ku gelek xebatên kek Kemal wekî kitêb hatine çapkirin û ketina xizmeta tevahîya kurdên kurdîaxêv. Beyî guman, ev qonaxeke gelek girîng e û meriv dibîne ku xebatên kek Kemal, ji aliyê gelek akademîsyen û lêkolêrên cîhanê ve, wekî çavkanî dihên bikaranîn û xwe li ser zengînîya metna nivîskî zêde dikin. Ji ber rewşa Rojhilata Navê, dagirkirina Kurdistanê û serdestîya dînên yekxwedayî yên wekî Musawîtî, Xiristiyanî û Misilmantîyê, çand û dînê Êzdayetîyê hertim di bin tehde û zordestîyê de maye û rê nedanê ku Êzdayetî, bikaribe bi serdestî bijî û xwe geş bike. Divê ji bîr nebe ku Êzdayetî bi xwe jî, dînekî yekxwedayî ye û di Êzdayetî de, şerê cîhadî tune û nehatiye dîtin. Lê ji ber qencîxwazî, xwazaparêzî û mirovhezîya xwe, herdem hatiye reşkirin û wekî dînekî xirab, hatiye nîşandan. Ji ber tirsa vê çanda qedîm û zengîn, 74 caran komkûjî û jenosîdan anîne serê wan. Ligel vê yekê Êzdîyan dîsa li ber xwe dane, didin û bawerîya min ew e ku dê her li ber xwe bidin jî. Roja îro jiyana Êzdîyên ku li metropolan dijîn hatibe guhêrtin jî, em dîbînin ku çanda xwe a qedîm bi zarûzimanê bav û kalên xwe diparêzin û vediguhezin, zarokên xwe jî. Ev yek, xaleke gelekî girîng e û divê em li ser vê mijarê ji xwe gelek pirsan bikin. Ji ber çi? Roja îro em baş dizanin şaristanîyên heyî, bi saya dîn ava bûne û xwe gihandine roja me a îro. Lê rol û tesîra dîn a li ser civakê û ferdên wê, her ayan e û li ser kar e. Loma em dîbînin ku dînê mirovan bi çi zimanê be, zimanê wan ê rojane û îbadetê jî, ew ziman e. Dema zimanê dînê meriv cuda be, hingê meriv dikare zimanê xwe ê cuda jî ji zimanên serdestên xwe biparêze û bi awayekî jixweber, lê xwedî derbikeve. Na heke rewş ne ev be, encam serêşî, asîmîalsyon û bîyanîbûn e.

                                                                                                                                                                                                                                  Alî Gurdilî

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
  • Stok Durumu: 12
  • Yayınevi: Weşanên NA
  • Yazar: Kemal Tolan
  • Ebat: 0.00cm x 13.00cm x 19.00cm
  • Kağıt: 60 gr.Kitap Kağıdı
  • Sayfa: 314
  • Dil: Kurdî
  • Baskı: 2023
  • ISBN: 978-625-7085-75-5
  • Kapak: Amerikan cilt
  • Yer: İzmir
₺160,00
₺200,00
Vergiler Hariç: ₺160,00
1 adet ve üzeri ₺160,00
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .