Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Gotinên Pêşiyan û Bêwij

Gotinên Pêşiyan û Bêwij
Gotinên Pêşiyan û Bêwij
-20 %
Gotinên Pêşiyan û Bêwij
Gotinên Pêşiyan û Bêwij
Gotinên Pêşiyan û Bêwij

1- Ez bi wê çendê bextewar im ku cara duyem e ez di vê mijarê de derdikevim pêşberî xwînerê xwe. Ev pirtûka di destê we de cara pêşî di sala 2005’ê de ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve bi navê Gotinên Pêşiyan û Biwêjên Herêma Botan hatibû weşan-din. Ji wê demê û vir ve min gelek “gotin” û “biwêj” lê zêde kirin ku bi vê rewşa xwe ya dawî ve pirtûk ji ya berê qatekî mezintir bûye. Ji ber ku çapa wê ya berê di piyaseyê de qedi-yaye û hêj hewceyiya gel pê heye, min xwest bi vî halê xwe yê dawî bidim çapkirin.

2- Serê pêşî gotinên pêşiyan tên, dû re biwêj… Di pirtûkê de … gotinên pêşiyan û … biwêj hene.

3- Min dixwest ji her gotin û (xasma) biwêjekê re mînakekê bidim. Herweha her gotin-biwêjeka kurdî gotin-biwêjeka tirkî ya ku di heman wateyê de ye deyna berde. Bawer im wê demê wê ew gotin û biwêj bêtir bihatana fêmkirin. Lê belê wek tê zanîn hingê wê hecma pirtûkê mezin bûya. Mezinbûna pirtûkê jî tê wateya zehmetiya çapa pirtûkê.

4- Da qene baş were fêmkirin eslê wan gotinan bi tirkî jî hatine wergerandin û herweha ravekirina wan jî hem bi kurdî hem bi tirkî hatiye kirin. Xwîner dema gotinekê yan jî biwêjekê bixwî-ne û bi her du zimanan jî wate û şîroveya wan bibîne bawerim wê ew bibe sedem ku xwînerên ku di zimanê kurdî de nejêhatî ne, bêhtir hînî zimanê xwe bibin. Ew gotin û biwêjên ku wate-ya wan ji xwe eşkere ne min pêwîstî nedit ku careke din rave bikim.

5- Hin gotin û biwêj hene ku ne pêkan e bihatana werge-randin. Wek mînak: Biwêja “Gezoya wî ketiye.” Bi çi awayî eslê wê nayête wergerandin; bes mirov dikare rave bike. Min jî ji ber vê çendê yên bi vî awayî hema tenê rave/îzah kirine.

5

6- Min li gorî zanîna xwe ma’ne li “gotin” û bêjeyan daye û ra-ve kiriye. Gengaz e ku di wê ma’nekirin û ravekirinê de kêma-yî hebin. Wek tê zanîn ew ne girîng e, ya girîng eslê wan e ku ew jî tê de ne.

7- Çaxê gotin û biwêj bi zimanekî din têne wergerandin bede-wiya wan ya wêjeyî/edebî jî winda dibe; ev tiştekî asayî ye.

Bi vê xebata xwe eger min ji wêje û zimanê kurdî re xizmetek kiribe ez ê xwe bextewar bihesibinîm.

Xebat ji me alîkarî ya Yezdan e.

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
  • Stok Durumu: 98
  • Yayınevi: Weşanên NA
  • Yazar: Abdulkadir Bingöl
  • Ebat: 0.00cm x 13.50cm x 19.50cm
  • Kağıt: 60 gr kitap kağıdı
  • Sayfa: 510
  • Dil: Kurdî
  • Baskı: 2014
  • ISBN: 978-605-9017-01-5
  • Kapak: Karton
  • Yer: İzmir
₺160,00
₺200,00
Vergiler Hariç: ₺160,00
1 adet ve üzeri ₺160,00
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .