Romana ku lehengê wê di
nava windabûyîneke psikolojîk de li rabûrdiya xwe vedigere,xwendevanan jî bi
xwe re dibe berxwedana eşîrên Hevêrkan,Çiyayê Torê û koçbûna Serokeşîr Haco
Axa.Leheng gava biranînên xwe dîsa ji nû ve dijî encama tifaqê û bêtifaqîyê
nîşanî me dide.Wextê hûn vê romanê bixwînin wê Şiyar we jî bi xwe re bibe dewr
û dewranên berê yên eşîrtiyê.Di vê romanê de çiya,çek,evîn,xiyanet,doz û
windabûn bi zimanekî herikbar hatiye honandin...
Ji Romanê
"Êdî dengê dahola şer ji nêz ve dihat. Ji
ber vê sedemê Qesra Haco Axa, bi qelebalixeke dîrokî tije bû. Bîst û çar eşîrên
Hevêrkan civîn li ser civînê li dar dixistin. Siltanê Hevêrkan, hem ji bo heyfa
pêşîyên xwe hilîne û hem jî bo agirê berxwedanê geş bike, qasid li dûv qasid
dişandine çar alîyên welêt, lê qasidê wî yeko yeko destevala vedigerîyan.
Çepera şer her ku diçû nêzî sînorên Torê dibû, û vê yekê tirs û fikarên Haco
Axa zêde dikirin."
- Stok Durumu: 96
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Ramazan Kavak
- Ebat: 0.00cm x 13.50cm x 19.50cm
- Kağıt: 70 gr kuşe kağıdı
- Sayfa: 160
- Dil: Kurdî
- Baskı: 2020
- ISBN: 978-625-7085-11-3
- Kapak: Karton
- Yer: İzmir