Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Êzdîxana Min

Êzdîxana Min
Êzdîxana Min
-20 %
Êzdîxana Min
Êzdîxana Min
Êzdîxana Min

Min*

 

Êzdîxana min, hêsîrxana min

Dinê da bûyî derdekî mezin,

Ketî dilê min,

Ketî dilê min.

 

Derd î, ku tucar nayê bîrkirin,

Jan î, ku tucar nayê kerrkirin,

Hêsir î, dewsê zihabûn nabe,

Kenê kuști yî, ax șabûn nabe,

Du‘a yî,

Ez ê du‘ayê kê bikim?

Nifir î,

Êzdî dibêjin: “Nifir gune ye”,

Nifiran nakim...

Baxçê gulan î, gul stûxar in.

Refê teyran î, melûl û jar in...

 








 

 

 

 

 

Kesera kal û bavan î tu,

Dîroka fermanan î tu,

Rȇya xerîbiya dirêj î tu,

Nalîna dengê dengbêj î tu,

Kilama bi jan – êș î tu...

 

Tiberka nav piyê sa da nî tu,

Qurbana xwefiroș-ceșan î tu,

Cangoryê derewa weșan î tu,

Êzdîxana min...

 

Êzdîxana min, sêwîxana min

Dinê da bûyî derdekî mezin,

Ketî dilê min,

Ketî dilê min.

 

 

 



* 2018

Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .