Hin
hozan hene ku newa û kelama wan li rûyê dinyayê olan dide. Ji van kesan yê
pêşîn Homeros e ku Proklos di sedsala 5’emîn de ji bo wî gotibû ew “hemwelatiyê
dinyayê” ye. Yê duyem jî Evdalê Zeynikê –Homerosê Kurdan- e ku wî karibûye bibe
hemwelatiyê dinyayê. Yê sêyem jî Şakiro ye, “Şahê Dengbêjan” e.
Ji
bo Şakiroyê ku divê hemû dinya nas bike û herwiha ew jî bibe “hemwelatiyê
dinyayê”, ev pirtûka Kamuran Demir merheleyeke girîng e. Ev berhem wê ji bo
newa û kelamê bibe asoyek, wê baskên nû pê ve bike.
Fecri Polat
Her
çand bi hunermendên ku dengên çanda xwe dibin siberojê bilind dibe. Şakiro
nirxekî wisa ye. Dengê wî wek orkestrayeke yekane ye ku ji lûtkeyên çiyayan
bigire heta li bajaran, heta li nav karkerên fabrîqeyan belav dibe. Ji ber ku
çanda Kurdî xwedî nirxekî wiha ye, bextewar e. Ji ber ku Kamuran Demir di nav
vê çandê de ye û berhemdêriya wê dike, ev yek bextewarî ye. Bi xêra vê
berhemdêriyê ev nerît wê tevî warê akademiyê bibe.
Özkan Öztaş
- Stok Durumu: 94
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Kamuran Demîr
- Ebat: 0.00cm x 13.50cm x 19.50cm
- Kağıt: 70 gr kitap kağıdı
- Sayfa: 130
- Dil: Kurdî
- Baskı: 2021
- ISBN: 978-625-7085-30-4
- Kapak: Karton
- Yer: İzmir