Browse categories
sepetim 

Tags: Hemû Helbest Sohrap Sepehrî, ,

Hemû Helbest Sohrab Sepehrî

  • Ex Tax: 33.00TL
  • Brands na yayınları
  • Product Code: HemûHelbest SohrapNA
  • Availability: In Stock

33.00TL

40.00TL

 Hostayê Helbesta Îranê Ya NûjenSohrap Sepehrî (1928 - 1980) Sohrap Sepehrî, helbestv..


 

Hostayê Helbesta Îranê Ya Nûjen

Sohrap Sepehrî (1928 - 1980)

 

Sohrap Sepehrî, helbestvan, nivîskar û wênesazê Îranî ye. Di helbesta nûjen a Îranê de yek ji helbestvanên herî girîng e, û helbestên wî Îngilîzî, Fransî, Spanî û Îtalî jî di nav de bi gelek zimanan hatine wergerandin.

Sohrab Sepehri, di 7ê cotmeha 1928an de li Gundê Kaşanê ya bi ser Îsfehanê çavê xwe ji dinyayê re vedike. Zaroktiyê li Kaşanê, di baxçeyeke bavpîrên xwe derbaz dike. Bavê wî Esededulah Xan Sepehrî, û dayîka wî jî Furûx Sepehrî ye. Sohrab, tevî helbestkariyê di heman demê de jî wênesaz jî bû. Malbata wî bi çand û huner û wêjeyê re eleqedar bûn. Bandora ku Sohrab ji fezayeke wisa werdigre, di piraniya jiyana wî de alîkariya wî û kesayetiya wî dike.

Sohrab Sepehrî wisa difikirî ku ew zarokek xwedî şans e. Di xwezaya baxçeyê de gelek demên xweş û geş di seranserê rojê de bi coş derbaz dikirin. Kêliyên ku dubare nabin tecrûbe dikirin. Ew aşiqê rojên bi tav bû. Adara Kaşanê wek rojên destpêkirina şitl û bişkivînan hez dikir.

 Sohrab Sepehrî xwendekarê herî baş ê dibistanê bû û her wiha wekî nimûne pênase dikirin. Yek ji mijûliyên Sohrab lîstina bi herriyê di mehên havînê de bû. Girtina heşarêtên cûda cûda, haymayîna li hinek heywanên, wekî qumqumok, werdek, mirîşk û dîkan yek ji mijûlahiyên din ên Sohrab bûn. Giya di jiyana Sohrab Sepehrî de xwedî ciheke girîng bû û bandorker bû. Sohrab di himêza xwezayê de zindî û berbiçav û bi hebûna xwe ve girê dayî gelek sal di pişt xwe de hiştin. Di wexta sibehê de, pir zû, hê zerika tavê derneketî ji xewê radibû û daku tarî û roniya çûnavayê bileyize. Wî her dem piştî pêkanîna karmalên dibistanê neqaşî dikir.

Jînenîgariya Sohrab Sepehrî heman wêne û helbestên wî ne.

Sohrab Sepehrî hino hino serdema zaroktiyê li dûv xwe dihişt. Şeş sal xwendina wî ya dibstana seratayî bi dawî bû. Hînbûna xwendina pirtûkan, di wextên vala de xwendin û nivîsandin hê di zarokaniya wî de şêwe girtibû. Bi saetan li ser wateya peyvan difikirî, vedikola. Di gel van yek ji mijûlahiyên Sohrab nêçîra çûkan û werzîş bû. Di dema xwe ya vala de jî xwendin û nivîsandina helbestan û resmandina tabloyan dikir. Di civana heftane ya helbestan de beşdarî dikir.

Sohrab bi serkeftî xebatên zanîngehê jî di pişt xwe de hiştin. Ji bo hînbûna perwerdehiya fakulteyê, ramanên nû bi coş tevdigeriya û bala mamosteyan radikişand ser xwe.

Yek ji hûrgiliyên exlaqî yê Sohrab bêdeng mayîn bû. Wî dikaribû di civanekê de bi saetan bi bêdengî rûne, û bifikire. Ji ber vê yekê tu kes ji hevalên wî û hunermandan di derbarê bîranînên wî de tiştekê nabêjin ku were bîra wan, yan jî şopandinên wî bizanin. Sohrab, miroveke dînamîk û velêgere ku herkîna jiyana wî ber bi bilindkirinê ve bû. Ev bilindkirina giyanî û manewî rojekê di helbesta wî de û zemanekê di neqaşiyên wî de xwe dida der, te digot qey helbest û wêne du baskên wî yê firînê ne li asoyên dûr û xweşik bû. Ew di vê herkîn û velêgerê de xwedî serkeftineke bê emsal bû.

Nêzîkbûna wî ya di cî de ya bi malbatê, heval û hevnas, hunermend û kesên ku bi wan re di têkiliyê de ye nîşaneyeke insanhezî û hevaltî û dewlemendiya rûhî bû. Bi awayekî din; em di warê vekolîna jiyana Sohrab de rû bi hêmanên tije coş û eşq û xweşkahiyê tên. Û em dikarin rengvedana van hêmanan di helbest û neqaşiyên wî de bi rûyeke herî xweşik bibînin. Mirov dikare bêje jînenigariya Sohrab Sepehrî heman wêne û helbestên wî ne. Jixwe di hunera wî de jî de ev eşkere ye.

 


Sohrab Sepehrî helbestvaneke wênegir e

Sepehrî yek ji serkêşê helbesta nûjen a Îranê ya ku serkêşê wê yê pêşîn Nîma Yûşîç e. Hevnasînek baş û têrker bi şêweya helbest û terzê Nîma Yûşîc re heye. Li ser heman peyrew û şêweya Nîma de ye û ew bi xwe xwediyê terz û afirandinê ye. Afirîneriya Sohrab herî zêde sûdwergertin ji reng û karanîna peyva nû ye. Herweha Sepehrî ji nifşek ê helbestvanê wênekarîyê ye, ji vî aliyî ve helbesta Sohrab bi xwezaya xwe re girêdayî ye. Tevî vê jî xwediyê dîtineke arîfane û di xwezayê Xwedê vedikole. Ji ber nehevnasiya reng û sembolan yê bi remzên ku Sohrab bikar tîne di xwîner de şaşwaziyekê dixuliqîne. Helbesta Sohrab weke neqaşiyên wî bi rengo reng e. Di helbesta xwe de fikara wî li ser insên û qedera wî ye. Ew hemû tiştî di nêrîna xwe de bi têkûztir di warê xwe de vedixwîne cihaneke wêdetir. Hemû eşya ji bo wî xwedî jîn in û ev eşya xwediyê ruh û hest in. Wî, di helbestên xwe de, weke hin helbestvanên Îranî, yên weke Mehdî Exavansalis, Furûx Feroxzad û Ehmed Şamlû, siyaset û teorî venehewandî ye. Ew, têgeha “jiyan” ê ya ku di rêya wê de şerr; pevçûn, bawerî, bîrdozî û tevlihevî diqewimin bêwate dibîne. “jiyan, ji bo wî ne xwuyanek e. Her weku di helbesta xwe de, bi zimanekî sivik dişibîne“gezkirina sêvekê”.Jiyan di hizra wî de vebîr e;

jiyan ne tişt e ku, di keviya dolaba kevneşopiyê de
Ji bîra min û te biçe.

Li gorî wî, jiyan weke gellek tiştên xwezayê xwerû ye. Dema ku ji jiyana nûjen a bajaran aciz dibû termûsê xwe yê çayê dixiste boxçika xwe û ber bi kaş û qelaç û çiyayan ve hildikişiya. Li wê derê, guhdarî sitranên çivîk, giya û bayê dikir.

 

ez nêzîkî despêbûyîna erdê me
nebza gulan digrim, 
ez hevnas im bi çarenûsa şil a avê
û kevneşopiya keskbûyîna darê re.

 

Li devera ku pê dihisiya ku ew ê bêpeyv bimîne, radihişte firçeya xwe û bi qasî helbestên xwe yên narîn, wêneyên narîn diwênand. Him bi helbestên xwe him jî bi wêneyên xwe di kategoriya mînîmalî de hat bibîranîn. Lê belê ew, ji kategorîzekirina hunerê him pirr aciz bû û him jî qet prîm ne didayê. Li gorî wî, çandiyarekî ku garis diçîne, karkerekî westiyayî ku di bin ronahiya tîrêjên heyvê de radizê, ji teoriyê û ji teşeyê bêhtir bikelecan e. Tahma estetîkê ya helbestên wî, ji rastiyên wî yên bênîşan, bêangaşt û xwerûyî pêk hatine. Ango, xwerûbûnê, her tim bi xwurînî daqurçandiye. Helbestvanê Farisî fêriz Ehmed Şamlû, li hemberî van daneyên Sepehrî aciz dibe. Ew jî di helbesta xwe ya bi navê Av de “ Em avan şolî nekin”ê mînak dide û henekên xwe bi Şamlû’yî dike. Şamlû, di hevpeyvîneke xwe de dibêje:” Ez Sohrabî fêm nakim, li wî aliyê avê mirov têne qetilkirin, ew hê jî dibêje, em avan şolî nekin”. Halbûkî siyaset û polîtîka ne di bîr û baweriya Sohrapî de bû. Wî, li gorî xwezayê û xwezahiya avê rêzikên xwe durist kirine. Helbestvanekî ku xwediyê sekneke siyasî be û di vê seknê de xwediyê angaşteyekê be, rewşa civakê helbet girîng e. Wî, ji ber ku eleqe bi felsefeya Hînduyan dianî û piştî vê eleqekirinê lêkolîneke kûr kir, pê hesiya ku rêya paqijî û dawerivînê di xwezayê bixwe de ye. Di wêne û rêzikên xwe de, cîhana ku ji terefî her kesî ve dihate hezkirin û pejirandin, bi zewq û perspektîfeke din, bi kedeke din afirandiye. Hêz û qeweta wî, li gorî ku dixuye û li gorî helbestvanên formalîst ên nû, ên ku teoriyan li ser hunerê diafirînin ên weke; Reza Birahîmî û Yadollah Roya’yî jê hez nakin. Digel vê, ji bo helbestên Sopehrî’yî:” di her temenî de, bi bêhnekê tê xwendin. Di helbestên wî de, xwezayeke veşartî heye, ku ev xweza, bi formeke zirav û zelalî hatiye hûnandin”. Di helbestên Sohrabî de, hin hêmanên dîtbarî yên weke Federîco Garcî Lorca’yî henin. Helbestên wî di demên dawî de bandorê li ser sînemaya Îranî’yan jî kiriye, ji ber vê yekê ku, di pirtûkên dîrokî yên sînemaya Îranî’yan de, -ku serok û serkêşê sînemaya Îranî’yan yê ku tê qebûlkirin Ebbas Keyarostamî ye-gellekî di bin tesîra Sepehrî’yî de maye. Fîlmê Îraniyan ê ku herî pirr di mîhrîcana Cannes Fîlmê de xelatê wergirtiye, yê bi navê “ Mala dostî li kurê ye” ji helbesteke Sohrabî, ji ya bi navê “Navnîşan” ê wergirtiye. Her wiha helbesta wî ya bi navê “Av -em avan şolî nekin” bûye sernavê fîlmekî din. Helbestvanên Îranî yên nûjen ên ku serkêşî kirine, di hêla teşe û zimên de him bihev re her tim di nava şer de bûne, him jî di hêla teşeyê de bihev ve girêdayî bûne. Helbestên Sohrabî, ligel vehewandina tenêtiyeke kambaxî, her tim jiyaneka di xweşikahiya zarokekî de tewsîr dike. Di helbestên wî de, têgeha jiyanê:

“jiyantiştekîwek taviyên barana cejnê, 
û çinareke tije ji teyrikên reşêleyê bûn.
jiyan wê demê wek ronîû rêzên pêlîstokan bûn.
himbêzek azadîbû.

jiyan di wê demê de hewza mûsîkî bû.”

Berhemên Sohrab Sepehrî:

• Berhemên Helbestî: Helbestênxwe di pirtûka xwe ya bi navê Heşt Kitab de civandine. Heşt berhemên wî di vê pirtûkê de ne: Mergê Reng ( Mirina Rengî), Zendegiyê Xabha(Jiyana Xewnan), Awarê Aftab(Wêraneya Rojê) Şerqê Endûh(Rojhilata Kederê), Sedayê Payê Ab(Dengê Lingê Avê) Mesafir( Rêwî), Hecmê Sebz( Qebareya Şîn) Ma Hîç Ma Nigah( Em Hîç Em Nêrîn)

Berhemên Pexşan: Odeya Hêşîn

Di 1959an de, Sohrab du pirtûkên xwe yê helbestê Wêraneya Rojê, Rojhilata Kederê ji çapê re amade kir, lê nehatin weşandin. Lê di sala 1962an de, ew du pirtûk tevî Jiyana Xewnan di bin navê Wêraneya Rojê (Awarê Aftab) de weşand. Di vê pirtûkê de, mirov dikare cilweyê taybet ê zimanê Sohrab Sepehrî bibîne. Her weha bandor û şewqa wî ya bi xwezayê re têkel bûyî hê baştir bibîne. Di berveha Rojheilata Kederê de Sepehrî ji her dîtnê ve di bin bandora xezelên du çemhelbestê Dengê Lingê Avê û Rêwî de ye ku pêncemîn û şeşemîn pirtûkên Sepehrî ne.

Navdengiya Sohrab Sepehrî ji sala 1964 an ve bi çemhelbesta Dengê Lingê Avê dest pê kir. Di Dengê Lingê Avê de Sohrab Sepehrî bi forma xwe ya taybet derdikeve pêşberî me. Form û naveroka helbesta Sepehrî, ji Dengê Lingê Avê bi şûnde digihêje hevahengiyekê. Dengê Lingê Avê kinaye ye ku ji dengê lingê rêwîyê kudi rêwîtiya jiyanê de ye. Vê helbestê roj bi roj navdengî û hezkirina wî zêde kir. Yekemîn car di kovara Areş de di Mijdara heman salê de hat çap kirin. Di 1963an, Çemhelbestawî ya bi navê Rêwî ku nêrîna wî ya felsefeya jiyanê bû hat çapkirin. Ku ev birqoktirîn helbesta serdema nûjen a farsiye. Rêwî, rengvedana şair ya felsefeya jiyanê ye. Qebareya Şîn hûnana wî 7an a herî bê kêmasî ye.

Sohrab Sepehrî, di 1977an de, her heşt defterên xwe û manzûmeyên xwe di pirtûka bi navê Heşt Kitab de civandin. Ev jî nirxa kûr a rastiya manewiyata helbestvên dihundurîne, di helbastvaniya di lêgera heqîqetê de. Ev berhem yek ji berhemên herî bi bandor ya li ser helbesta nû îranê ye.

Gora Sohrab Sepehrî; Meşhed Erdehal Kaşan

Di sala 1979an de, tengahiya fizîkî ya Sohrab Sepehrî dest pê kir û nîşanên penceşêra xwînê lê xuya bû. Di Çileya Pêşîna a 1980an de ji bo dermanbûnê diçe Îngilîstanê û di Adarê de vedigere Îranê.

Di dawiyê de, 21ê nîsanê, 198, 6ê piştî nîvro di nexweşxaneya Parsa Tehranê, canê xwe radestê aferînende dike. Roja din, bi rêya çend xizmên wî û dostê wî Mahmûd Feylesofî, di hewşa Îmamzade Sultan Elî, li gundê Erdehala Meşhedê dikeve dora Kaşanê spartinaxê. Gora Sohrab Sepehrî di destpêkê de bi perçeyên tûxlayên fîrûzeyî bi rêkûpêk hate çêkirin, û piştre kevirnûsekji hunermendênhemdem RezaMafî biristeyek helbestê"çolemêrgek di kêliyê de”ji pirtûka Qebareya Şîn li ser bi cih kir.

 

Heke hûn li pey min werin,

Nerm û hêdîka werin, nebe ku biterikin

Çînîya nazik a tenêtiya min.

Ev kevir di Cotmeha 2005an de ji ber bê baldariya karkeran û hilweşîna avahiyê bi ser gorê de şkest, bi kevirek spî yê ku dibiya kevirê berê re hate guhertin. Di 29ê Adara 2008an de, kevirek reş ê hê mezintir li ser kevirê spî hate saz kirin.

 

Ronahî-Ez-Gul-Av

 

Ewrek tune
Bayek tune
Rûdinim li kêviya hêwz
Gera masîyan ronahî ez gul av
Pakiya guşiya jiyînê

 

Diya min rihanê diçine
Nan û rihan û penêr

asîmanek bê ewr, etlesiyên şil
Felata nêz: li nav gulên hewşê

 

Ronî di kasika sifrî de, çi ferikandinan dirijîne
Sêlim ji dîwarê bilind sibehê tîne rûyê erdê

Di pişt bişirînekê de veşartî her tişt

Kulekek heye li dîwarê zemên

ku ji wê rûdêma min xwiyaye

 

Tiştine hene ku nizanim

Dizanim keskahiyekê hilkim dê bimre

Diçim bi jorve hetanî lûtkeyê, ez tije per û bask im

Rê dibinîm di zilumatê de, ez tije fanos im

Ez tijeji qûm û ronî

Û tije dar û şînî

Tije me ji rê, ji pir, ji çêm, ji lûtke

Tije me ji siha pelek a nav avê

Çiqasî hundurê min bi tenê ye

 

 

Muhsîn Ozdemîr

 

Write a review

Note: HTML is not translated!
    Bad           Good