Ev
pirtûk destana lehengiyan e, lehengiya jin û mêran. Di vê dastanê de qasî mêr
jin jî şerker û şervan û pehlewan e. Nîşan dide ka çawa jin bi hebûna xwe ya
bibandor li gorî qewlê destanî di dîrok û wêjeyê de cih digire. Dema vê yekê dike
civaka dîrokî û hevdemî, destanî û rastî radigihîne. Nişan dide ka çawa hin kod
û motîfên wê hem dişibin civaka îro hem jî ji ya îro gelek dûr in.
Suleyman
Erkan di vê berhema kurt lê xweş û herikbar de dastaneke kêmnas a Kurdan bi şêweyê
çîrokbêjiya resen a Kurdiya Botan vegotiye. Vê yekê çêjeke resen daye berhemê.
Ji aliyekê ve mirov dibê qey guhê xwe dide çîrokeke klasîk a xweş a çîrokbêjekî
û ji aliyê din ve jî mirov weke romaneke dîrokî a hevdem berhemê dixwîne.
Herçend
bi awayê dastanî be jî, lê dîsa hûrgiliyên weke Kurdbûn û eşîrtî, begîtî û têkiliya
Kurdan a bi gelên herêmê re û bandora
wan a ji Îranê heta Şamê, xweserî û rêvebiriya wan a herêmên xwe, bi destanbêjiyeke
hevdem radixe li ber me.
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Nando Yayınları
- Yazar: Suleyman Erkan
- Kağıt: 60 gr.Kitap Kağıdı
- Sayfa: 78
- Dil: Kurdî
- Baskı: Gulan 2026
- ISBN: 978-625-90226-0-4
- Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
- Yer: İzmir