Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Lewerger 8

Lewerger 8
Lewerger 8

Pêşgotin

Merheba xwendevanên delal, Bi hejmareke mişt û bi naverokeke xaşêlî em li hafa we ne. LEWerger hejmar bi hejmar ciwantir digivire, delaltir distewe û li derava xwe zêde dike. Em niva jê piştrast û têrserwext in ku heyama destpêkê rabihurî. Û wext e êdî; em ê peng û hêdî berî bidin bihurk û beyarên negîsinkirî.

Naveroka vê hejmarê navên nû ye: Ku we LEW girt destê xwe û we pel û rûpel lê qulipand, hûn ê tavilê lê bivarqilin ku hema sercem tekst û helbestkarên di vê hejmarê de di kurdî de nenas in. Pêkan e ku hûn hinan jê wekî nav binasin an jî wê navê hin helbestên wan bihîstibin, lê wekî werger di kurdî de nû ne. Me xwest bi vî awayî em berdiyê li xwe û we biguherînin; daw û delingan li avên nû hilkin!

Axir, em qenc dizanin ku wêjeya tu welatî hew bi çend navan nebûye wêje û hela jî helbesta tu welatekî bi tenê ji çend navan pêk nehatiye!

Tevî wergêrên LEWê, me hewl da ku nemaze jî em rê bibin ser navên ku rê bi ser neketine; navên ku li taldeyan hatine jibîrkirin û navên ku wan û tekstên xwe ro nedîtine! We divê vê kira me wekî jest an diyariyeke sersalê yan jî wekî pêşgavên destpêkeke nû qebûl bikin...

Ji vê hejmarê pê ve em ê îcar tematîk bixebitin; naveroka hejmara bê helbestên jinan e, hejmara dîtir jî hez û eşq/evîn e û hejmarên piştre jî wê şer û şoreş, koçberî û sirgûn û hwd. bin. Her wiha, di demên pêş de wê ji bo xwendevanên kurdî surprîzeke me hebe; li bendê bin. :) Spasiyeke delal ji bo aboneyên me tevan û nemaze jî ji bo her du xemxurên kurdî yên têra xwe hêja kek Omer Guneş û kek Îbrahîm Şahîn... ku ji destpêkê ta niha piştevaniyeke pirhêl dan me: Her hebin, dostanî heqê we...

Û gotina dawiyê, em spasî û malavahiya kekê hêja Nedîm dikin ku piştevaniya me kir û bû sponsorê vê hejmara LEWê.

N A V E R O K

Tu xwe nas dikî? - Känner du igen dig? / Maria Wine....4

Ji Anna Kulîlkê re - An Anna Blume / Kurt Schwitter....5

Zarokekî biçûçik bû - Il était un petit garçon

Gilberte Favre Zaza.........................................................................6

Ji te hez dikim / Husik Ara...........................................................7

Silavek li Dareke Bajêr- Salute to a City Tree

Margaret Tsuda.................................................................................8

Bêtir ronahî - Mehr licht / Vahé Godel .................................9

Lêê, Ez Hatim Te Bibim Malê! / Diana Ferrus ..................11

Di nîvê rê de - No meio do caminho

Carlos Drummond de Andrade..............................................12

Piyawî Biçkole - Hombre pequeñito /

Alfonsina Storni.............................................................................12

ILYADA, KILAM VI / HOMEROS.........................................13

Heyv - The moon / Mosab Abu Toha.................................16

Bav - Father / Sean Thomas Dougherty............................16

Ji Mêrga Arezûyê - From the Desire Field

Natalie Diaz......................................................................................17

Bîsta Êvarî - Aftonstunden / Carl Fredrik Ridderstad..19

Kurtehelbestên zîvîn / Fereshteh Sari................................20

Bihar xwe dipişkivîne - The spring flowers own

Etel Adnan........................................................................................21

Dilê Min – Mit Hjerte / Olaf Bull...........................................25

Siya Reş - Negra sombra / Rosalía de Castro..................26

Tekrar - Repeat / Hanna Lindberg........................................27

Rojnivîsk û Pêpelinga Kevirî / Rainer Malkowski..........28

Mîna zarokê ku cara ewil baranê bibîne

Edib Kemaledin..............................................................................29

Xwendineke neasayî / Suad el-Sebah ................................31

Welatê Bê Xerîbî - O Pais Sem Mal

Sophia de Mello Breyner Andresen.....................................31

Evîn / Eduard Arkadyevich Asadov......................................32

Li Amedê / Ingrid Hoffmann Sey..........................................33

Homayê Ṣaristanî - Der Gott der Stadt

Georg Heym...................................................................................38

Dibêjin “aştî” - Ils disent “paix” / Werner Lambersy....39

Gallringspolicy / Einar Ehn-Briem........................................39

Kar - Business / Victor Hernandez Cruz ...........................40

Nîşanê Persî / Kaiser Aminpour.............................................41

Cejna sehekan / Ebdulezim Fincan......................................42

Hêsaniya aloz - Einfach schwer / Clara Nielsen.............44

Hikyata bêqusûr / Harut Mnasakanyan ...........................46

îstîfa / Tahereh Saffarzadeh.....................................................47

Bajarê Mar / Maryam al-Attar................................................48

Payîz - The Fall / Russell Edson..............................................49

Gihîştin / Wedih Seadeh .........................................................49

Leymûn digirîn - Citronerna gråter / Maria Wine.........50

Tu dilopek î ku ji dojehê dadiwerive / Swar Malla..........51

Weşewîsî girdîn / Ehmed Şamlû...........................................54

ev welat ê me ye / Ehmed Meter..........................................56

Piştî Her Tiştî - After All / Donald Jeffrey Hayes..........57

Veger - Rückkehr / Ben Dittmann........................................57

Monolog / Konstantin Pavlov................................................58

Lavij / Suad el-Sebah...................................................................59

Xatirxwestinek: Ku Şîngirêdanê Qedexe Dike -

A Valediction: Forbidding Mourning / John Donne.....61

Ji Malê Dûr - Far From Home

John Henry Newman ................................................................62

Guleke Spî Diçînim - Cultivo Una Rosa Blanca

José Julián Martí Pérez...............................................................62

Helbesta Evînê ya Postkoloniyal -

Postcolonial Love Poem / Natalie Diaz .............................63

... / Kaiser Aminpour .................................................................64


Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
  • Stok Durumu: 100
  • Yazar: Kolektîf
  • Kağıt: 70 gr kitap kağıdı
  • Sayfa: 64
  • Dil: Kurdî
  • Baskı: 2025
  • ISBN: 978-625-6678-32-3
  • Yer: İzmir
₺150,00
Vergiler Hariç: ₺150,00
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .