Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Virginia Woolf

Virginia Woolf

 

Virginia Woolf

Di sala 1882'de di malbateke ji berê de xwadî wêje û huner ji dayik bû. Bavê wê, Sir Leslie Stephen, yek ji rewşenbîrên herî berbiçav ên dema xwe bû, û xwişka wê Vanessa, yek ji ew wênesazên girîng û hêja. Virginia li gel hevsarê xwe, ew ê weşanger Leonard Woolf, ku di sala 1912'de zewicîn yek ji pêşengên Koma Bloomsbury a hunermend û nivîskaran bû. Navê vê komê jî di ser navceya Londonê hatiye binavkirin heman cîhê malbata Woolfan li wir dijiyan. Koma Bloomsbury, ew xelekên nefermî yên nivîskar, hunermend û ramanweran bû ku yek ji ew beşên herî naskirî yên avant_garde ya destpêka sedsala bîstan de ava kiribûn. Ne ewqas tevgerek bû, bi qasî berhevkirina hevalên hizirmend bû. Ev kom ji bo baweriyeke sîyasî bi navînkî ku çepgir bû. Pabendbûna bi nûheniya fermî di hunerê de. Hişdariyeke rexnegêr û ciwanîzan ku xwerû û bi tundî li hunerê balê dikişîne ser awayê ku hiş ezmûnê werdigerîne ziman û wateyê. Dîsa wê meyla pênasekirina xwe di dijberiya serdema Vîktorî de bû. Wek modernîstên pejirandî jî, guh nedan ew tiştên wan wekî fermîbûn û exlaqê ya gebsoyî, bi cerbandinên xwe yên di wêje û hunerê de, wan hêvî dikir ku rêbazeke hunerî ye nû li gor sedsala nû peyda bikin. Woolf di van hewldanan de pêşeng bû. Di nivîsên wê yên rexneyî de, wê pêşengiya berhemên hin hevdemên xwe kiribû wek James Joyce, ku romana wî Ulysses, pîvera ji bo nivîsandian modernîsmê danîbû. Di heman demê de jî, pêşengiya xebatên avakirina sazûmaniya nivîskarên jin kiribû.

Virginia yek ji ew kesayetiyên mezin ên sedsala bîstan bû. Û pirtûka Pêl, di karîyera ku bi gelek ceribandinên wêrek dagirtî tê pêşkêş kirin. Ceribandinên wê yên herî wêrek ya gengaziyên şêwaza romanê. Pêl ji avahîsazî û plansazî ya pêşgez dike, ku di romana Îngilîzî de hîn ji dema nivîskar Henry Fielding hatî saz kirin, di berjewendiya tikayên vegotina lîrîk û xewnavî ya karekteran. Bi awayekî Virginia dikeve hişên karekteran û raman û têgihiştinên wan ên ku diqewimin radigehîne, ji xeynî çend hêmanên derveyî ew jî ji ber peydakirina dirûv û danûstandinê. Woolf bi awayekî karekterên xwe ji hundir ve ava dike. Woolf xwe di jiyana xwe de pir xebitî, da ku hawîrdoreke rewşenbîrî û rexneyî biafirîne, da ku tê de bi fermiyekê serpêhatiyên wek Pêl werin fêmkirin û nirxandin.

Pêl wekî ramankarî tê dîtin di ser avahîsazî û tixûbên xweyî. Yek ji hêmanên herî diyar ên romanê wî awayê ku mirov him ji hev zû qûtdibin, him jî ji hev zû dûrdikevin û di heman demê de jî, hevdû diyar dikin. Ev yek jî bi taybetî bi vegotinê diyar dibe.

Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Virgina Woolf
‘Û di hundirê min de pêl hevraz dibe. Diqepişe; pişta xwe qeloz dike. Û ez careke din ji xwestekek nȗ haydar dibim, tiştek di bin min de mîna hespê serbilind hildipere, ku siwarê wî pêşî wî mêmȗz dike ȗ paşê ser hefsarê wî kaş dike. Tu yê ku ez niha li ser pişta wî siwar dibim, kî ye ew dijminê ..
₺280,00 ₺350,00
Vergiler Hariç:₺280,00
Gösterilen: 1 ile 1 arası, toplam: 1 (1 Sayfa)
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .