Şevger Çolo ( Îdris Bîlgîç)
Di sala 1979’an de hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund destpê kiriye, piştî çend salan diçe Almanya û li Almanyayê xwendina dibistana navîn diqedîne. Çend salan li Almanya dimine dîsa vedigere welat û niha li gundê Hoser ê bi Cizîrê ve girêdayî dijî. Demek dirêje karê ajokariya tirêlê dikê. Karê ajokariya wî navdewletiye û heta niha nêzî bîst dewletan geriyaye. Çandpereste û her tim di nav jiyanê de bi cil û bergên kurdî yên botanî şal û şapik digere. Heta niha ji bo cil û bergên xwe li gelek bajarên Tirkiyeyê rastî nerazîbunên nijadperest hatiye. Gav avêtina wî ya nivîskarî bi çîroknûsî di kovara Hawara Botan de destpê dike û heta niha gelek nivîsên wî yên çîrok û helbestên klasîk di malper û kovaran de derketine. Hê jî çîrok û helbestên klasîk dinivîsîne û bi wêjeya kurdî ya klasîk re eleqedar e.
Ev demek dirêje li Cizîrê bi awayekî fermî endamê saziyên zimanê kurdî ye. Ji bilî zimanê Kurdî, zimanê almanî û tirkî baş dizane, di asta destpêkê de ingilîzî jî dizane.
Berhemên wî
Helbestên Gerok –Helbest- Weşanxana J&J
Apê Reşîd 1-Çîrok-Weşanên Na
Apê Reşîd 2- Amade dibe.