Ez
Li
Cizîra Botan hatime dinyayê. Xwendina xwe li Cizîr û Kırşehîr, Amed û Antalyayê
qedand. Piştî 10-11 salên mamostetîyê, mîna hezaran Kurd ez jî rûbirûyê xezeba
!2 Îlona faşîst bûm. 12 salên min di tineyî yê de derbasbûn.
Sala
1992’yê weke berpirsê Rojname ya Özgür Gündem’e yê Herêma Botan û Başûrê
Kurdistanê min dest rojnamegêrîyê kir, Salên 1992-93’yê zulma rejimê ser min de
gelek şidîya,.ez gelek êşandim. Min gelek îşkence dîtin. Ji înfazek ya nîvê
şevê ser Pira Cizîrê bi tesadufî filitîm. Ofîsa me ya rojnameyê bi roketê
rûxandin.
1994’ê
li Stanbol bûm. Min li Unkapani wekke edîtorê kasetên Kurdî kar kir. Di
weşanxaneya Dozê de xebitîm. Seyran Kultur Merkezi, Özgur Universite û
Kurd-Kav’ê min dersên Kurdî dan.
Bi
navê xwe yê rastî û Emînê Terzî û Jan Jiyar di rojname û kovarên Vatan Güneşi,
Özgür Gündem, Welat, Azadîya Welat, Dema Nû, Guistan, Berfin Bahar û Hawara
Botan de meqale, çêrok û helbest nivîsîn.
Li
DGM ya Stanbol pisporî ya wergera Kurdî û li DMME (Dadgeha Mafê Mirovan ya
Ewropa) 3 salan wergêrî ya (Tercuman) Kudî kir.
Berhemên Min:
Ferhenda Berîkê
(KolektIf, Weşanên Doz, 1998-Stanbul)
Stiranên Kurdî Cild
1 (Berhev, Weşanên Doz, 1998-İstanbul)
Ortaçağ Cizre
Tarihi (Werger ji Erebî, Beşir Ant Yayınarı, 2008-Ankara)
Demsal (Helbest-lokman
Budak (Beşir Ant Yayınarı, 2008-Ankara)
Bilbilê Kurdistanê
M. Arifê Cizîrî (Weşanên Ba 2012-İstanbul)