Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Newaf Mîro

Newaf Mîro

 

Newaf Mîro

Di sala 1968’an de li Riha – Wêranşehrê li gundê Girêsirt  jidayik bû. Piştî hijdeh salên li welêt hate Almanyayê û li wir bi cih bû. Newaf Mîro heta niha gelek roman, helbest û bi cureyên din berhem bexşand zimanê xwe. Ew hê jî li Almanyayê dijî û xebatên xwe yên wêjeyî didomîne.

 

Berhemên Newaf Mîro

- Ji te hezkirin, Relbest,2007, Weşanên Pêrî, Stenbol.

- Lehengê tazî Keleşê Reş, Roman, 2009, Weşanên Pêrî,  Stenbol.

- Dilop, Helbest, 2010, Weşanên Han, Berlîn.

- Dilop, Helbest, Çapa Duyem, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.

- Bend, Roman, 2011, Weşanên Han, Berlîn. 

- Bend, Roman, Çapa duyem, 2014 Wêşanên Do, Stenbol.

- Sêwiyên Bi Dayik û Bav, Roman, çapa Yekem, 2014 Wêsanên Do, Stenbol.

- Sêwiyên Bi Dayik û Bav, Roman, Çapa Duyem, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.

- Du Kes Yek Mirov, Roman, 2014 Wêsanên Do, Stenbol.

- Du Kes Yek Mirov,  Çapa Duyem, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.

- Gava Mirî Biaxife, roman, Çapa yekem, 2014 Weşanên Do, Stenbol.

- Gava Mirî Biaxife, Roman,Çapa Duyem, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.

- Lehengê Dîl Keleşê Reş, Roman, Weşanên Lîs 2019 Diyarbekir

- Dilname , roman, Weşanên Lîs Diyarbekir 2019

- Lehengê Tazî , Çapa yekem, Weşanên Lîs Diyarbekir 2019 

- Hitokê û Papûşko, seta 10 pirtûkên zarokan, Weşanên Morî zarok 2019 Diyarbekir

- Çivîka Zêrîn ya Gebrüder Grimm, 2020 werger ji Almanî, Weşanên Morî zarok Diyarbekir

- Êzîdayê I, Helbest, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.

- Êzîdayê II, Helbest, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.

- Êzîdayê III, Helbest / 2025, Weşanên Na, Îzmîr.

- Gava Jin Li Jiyanê Neman, Çîrok,2025, Weşanên Na, Îzmîr.

- Pîr Sebrî, Serpêhatî,Werger, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.

- Bilûr û Teşî, Roman, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.

 

Yazar: Newaf Mîro
10 Berhemên di setê da: - Êzîdayê I, Helbest- Êzîdayê II, Helbest- Êzîdayê III, Helbest- Gava Jin Li Jiyanê Neman, Çîrok- Pîr Sebrî, Serpêhatî,Werger- Bilûr û Teşî, Roman- Gava Mirî Biaxife, Roman, Çapa Duyem- Du Kes Yek Mirov, Roman, ..
₺2.500,00
Vergiler Hariç:₺2.500,00
Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Newaf Mîro
Di wê demê temenê min nû bibû neh sal. Birayê min ê mezin, Emer, li welatekî din bû. Bavê min kuştibûn û li derdora me qet teşqele û şer kêm nedibûn. Diya min a jinebî bûbû mezin û rêvebira mala me û hemû barên malê û yên debara jiyanê, ya me -xwîşk û bira- ketibû stûyê wê. Lewma êdî neçar mabû û ni..
₺240,00 ₺300,00
Vergiler Hariç:₺240,00
Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Newaf Mîro
Dema Kazim xatir ji Serbaz Alparslan xwestibû û ketibû rêya xwe ber bi Stembolê ve, peyvên Alîşûr di serê wî de dubare dibûn. Gava çav li çivîkan ketibû, ew peyvên wî hatibû bîra wî. Serê xwe di şebaka siwarê re derxistibû û qiriyabû. Her digot û bang dikir ji çivîkan re: “Silav, silav ji dînê binê ..
₺240,00 ₺300,00
Vergiler Hariç:₺240,00
Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Newaf Mîro
Ez nizanim çawa û ji ku qala xwe û xemên xwe bikim. Em mirî, ne hewceyî nan û avê ne, em hewceyî bextewarî û şahiyên dûmayiyên xwe ne. Bi birçîbûna wan re em birçî ne, bi tîbûna wan re em tî ne. Bi rebeniya wan re, em reben in. Bi melûlî û jariya wan re em jar û melûl in. Bi dilê wan re dilê me lê d..
₺240,00 ₺300,00
Vergiler Hariç:₺240,00
Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Newaf Mîro
Beriya çend salan qitik û bet jî hebûn, lê niha ew jî neman! Berê şalûr jî hebûn, niha ew jî nînin. Kal û pîran qala gelek tiştan dikin ku îro mirov nikare wan di xewnan de jî bibîne. Qala keriyên xezalan û hirç û guran jî dikin...             ..
₺160,00 ₺200,00
Vergiler Hariç:₺160,00
Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Newaf Mîro
...ji dilê te pêştir, bihuşteke din nîneevîna te av e, û dikare her agirî vemirînehebûna te gul e, xem û janan direvînedi çavên te de, ez siberojê dibînimzimanê te, pirtûka herî pîroz ebi qasî hebe, ez hemeger nebe, yê tune jî, ne pîroz e!.....
₺200,00 ₺250,00
Vergiler Hariç:₺200,00
Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Newaf Mîro
 ....li kaniya xelkê din,mey diherikeji ya me êşgul bi êşnan bi êşpênûs bi êşdîmen bi êşstran bi êşji çavê delala min, êş dibariyaû diherikî nava çemê êşêdesthelata êşêpolîs û leşkerê êşêdadgeha êşêol û îmana êşêger dojeh ne ev be, yeke din qet û qet nîne!êş diherikehin bi meyêhin jî bi êşê ser..
₺200,00 ₺250,00
Vergiler Hariç:₺200,00
Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Newaf Mîro
 şev çemekî reşyekî tarîyekî bi qasî temenê xwe dirêjû xem jê diherikindiherikindi derya Xemistanê daku welatek çol nebe..
₺200,00 ₺250,00
Vergiler Hariç:₺200,00
Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Newaf Mîro
Kesekî mejiyê wî elman, termê wî kurd... Peter Schûlz kesekî di karê xwe de gelek jêhatî ye, bijîşkek e.Waxtê dixebite, dibîne ku hinek kes dema dimirin bi parçeyên laşê xwe yên sax binax dibin.Ew di wesiyeta xwe de organên xwe dide yên ku hewcedar in. Qutbeddîn Yildiz kurdekî gelek çalak,..
₺160,00 ₺200,00
Vergiler Hariç:₺160,00
Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Newaf Mîro
Evîn henewek Amedbi sûr û bedenêji kevirên reşhin jê dibin dilgeşhin jî, dilxweşhin jê jî bi bextreşji jana evîna te digerin serxweş, serxweş…..
₺160,00 ₺200,00
Vergiler Hariç:₺160,00
Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Newaf Mîro
Kalemêrê cîranê wan Kalê Hiso got “Berê mirinê em ji hev diqetandin, niha Almanya me ji hev diqetîne. Almanya weke mirinê ye. Carê hinekan ji nav me radike û dibe. Berê em dibirin gorê, niha em bi lingên xwe diçin. Yek bi yek. Karwanê me serî gihiştiye Almanya û dawî li vir e.” Newaf Mîro, bi v..
₺184,00 ₺230,00
Vergiler Hariç:₺184,00
Gösterilen: 1 ile 11 arası, toplam: 11 (1 Sayfa)
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .