Îhsan Colemêrgî, di 14 meha Kewçera sala 1943an li navenda Colemêrgê hatîye
dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li
navenda Colemêrgê xwendîye. Di sala 1965an de li Amedê xwendingeha mamostatiyê qedandiye. Ew jî wextê mamosta buye rewşa
siyasî bandorê li wî jî kiriye û ew jî beştarî xebatên sîyasî yên” nifşa 68an” buye.
Piştî darbeya 12ê Adara 1971an wî sirgunê bajarê Ûşak yê Tirkiyeyê dikin. Di
sala 1973an de dest ji karê fermî berdide û vedigere Colemêrgê. Kar û xebatên xwe yên sîyasî di nav hin komelayên
Kurdan de didomîne. Piştî darbeya leşkeri ya sala 1980an çêdibe, ew mejbûr
dimîne ku çar sal qaçax bijî, pişt ra wî diqefêlin û çar mehan di zindana Amedê
de dimîne. Wî, wextê tev bi giranî li ser xebatên çand û dîroka Kurdan ve
borîn. Di sala 1995an de berhema xwe ya yekem serpêhatîya Cembelîyê Kurê Mîrê
Hekaryan bi zimanê Kurdî lewnê romanê nivîsî. Ew Di 21-30.10.2022an de wek
nivîskarê rûmetê beşdarî bernameyê "Rojên
Wêjeya Berewirdî yên Amedê" bûye. Ji sala 2003an vir ve bi malbatî jîyana xwe li navenda
bajarê Wanê didomîne.
Zewicîye û bavê 7
zarokan e.
BERHEMÊN
WÎ YÊN HEYA NIHA HATINE WEŞANDIN;
Cembelî (Serpêhatîya Kurê Mîrê Hekaryan)
Roman, Kurdî.
Hakkarî Suretleri (Sümbül Dağında
Ayın Doğuşunu izlerken) Makaleler, Türkçe.
Mezopotamya Uygarlığında Hakkarî,
Tarih, Türkçe.
Zeynel Beg, Roman a Dîrokî, Kurdî.
Dîrok û Şaristanîya Ûrartûyîyan,
Lêkolîn, Kurdî.
Momê, Roman, Kurdî.
Ezemşêr, Roman, Kurdî.
Şîna Şengalê, Lêkolîn, Kurdî.
Siltanê Kurd Selahaddîn Eyyûbî –
Şewirmend û Fermandarên wî yên Hekaryanî, Lêkolîn, Kurdî.
Dêr a Extermanê de Evîn û Berxwedan,
Roman, Kurdî.
Kerbela a Kurd a Kelat a Dimdimê,
Roman, Kurdî.
Colemêrgê Eywane Sefer a Birahîm Xan
e, Roman, Kurdî.
Dinya bo Dîndînanê Şere Şîva Lîzanê,
Roman, Kurdî.
Narê, Roman, Kurdî.
Meqamê Xelîfe de Kuştina Lehengekê
(Ebû Muslumê Xuresanî), Roman, Kurdî.
Qral Rûsa ê Duyemîn, Roman, Kurdî.
Kelatên Bilind de Reveberî, Şahî û
Şîn, Roman, Kurdî.
Kelat a Kevirên wê Heftreng (Dîrok a
Med a), Roman, Kurdî.