Orhan ÇELÎK di sala 1959an de li navçeya Kanîreş a girêdayî
Çewlikê hatiye dinê. Di 1977an de ji Lîseya Depê, di 1979an de jî ji Enstutiya
Perwerdehiyê ya Çewlikê derçûye. Dema li navçeya Akkuş a girêdayî bajarê
Orduyê li gundekî quntara çiyayê Canîkê mamostetî dikir, çanda pir reng û pir
alî ya herêma Behra Reş nas kir û yekemîn car li vê derê dest bi ceribandina
nivîsandina çîrokan kir. Pişt re li Bazîda Agirî, li gundê Çalê ders da. Di
sala 1984an de yekem romana wî ya bi sernavê “Li Çiyayê Mezin Gundê Biçuk” hat weşandin. Ji ber vê kitêbê
derheqê wî de lêpirsîn çêbû û hat binçav kirin. Di 1988an de bo Ermenekê hat
tayin kirin û sirgûnî gundên çiyayê Torosan bû.
Orhan Çelîkê ku ji sala 1993an ve li bajarê Hamburgê
xebatên xwe didomîne, di 2006an de serpereştiya saz kirina şanoya bi navê
“Gilîdax” kiriye. Di 2007an de lîstika bi navê “Stêrkên Ezmanên Hesîn” di 2014an de jî “Adirê Çolig” a bi zaravayê Zazakî nivîsandine û derhêneriya wan
kiriye.
Berhemên wî yên ku heta niha hatine çap kirin:
Büyük Dağda Küçük
Köy, (Roman) 1984.
Sağırtaş, (Roman) 2001.
Kumluk Diyar, (Roman) 2003. Ar, (Roman) 2015.
Fîstansorê, (Kurdî, Lîstik) 2017.
Paydos Öğretmenim, (Tirkî, Bîranîn) 2023.
Oxir be Mmaoste,Werger ) Weşanên Na 2026.
Berhemên wî yên ku
li zimanên din hatine wergerandin:
Li Çiyayê Mezin Gundê Biçuk (Büyük Dağda Küçük Köy), (Kurdî) Weşanxaneya
Elma, 2006.
Das kleine Dorf am großen Berg (Büyük Dağda Küçük Köy), Almanî, Verlag Auf dem Ruffel, 2019.
Die verlorene Geschichte (Kumluk Diyar), Almanî, Verlag
Auf dem Ruffel, 2022.
Taubstein (Sağırtaş), Almanca, Verlag Auf dem Ruffel, 2023.