Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Occo Mahabad

Occo Mahabad

 Occo Mahabad helbestvan, bernamenûs, wergêr û nivîskarekî Kurd e. Occo Mahabad di sala 1977′an de li Wanê hatiye dinê. Piştî qedandina zanîngeha Stenbolê dest bi nivîsandinê dike.

Her weha di kovarên wekî Çîrûsk, Asiva, Pengav de nivîs û helbestên wî hatine weşandin, dîsa pir malperan de nivîskariyê kiriye û nivîsên wî hatine weşandin û belavkirin.

Ji xêynî helbestan ji bo fîlmên biyanî binnivîs amede kirine. Pir fîlmên biyanî ji aliyê Occo Mahabad ve hatine Kurdîkirin.

 Çend fîlmên ku ji aliyê wî ve hatine Kurdîkirin:

–Malena

–Rabbit Prof-Fence

–The Road to Guantanamo

Her wiha Occo Mahabad bi xebatên xwe yên teknîkî ve jî tê nasîn. Heta niha gellek bernameyên kompîturê ji aliyê wî ve hatine Kurdîkirin. Ji bo standertkirina zimanê teknîkî bi salan e xebatan çêdike. Ji bo fêmkirina jiyana teknîkî e-pirtûkek jî amade kiriye. Pirtûk bi navê Nivîsên Teknîkî li ser malperan tê belavkirin.

Çend bernameyên kompîturê ku ji aliyê wî ve hatine Kurdîkirin:

–WinRAR

–Ccleaner

–Revo Uninstaller

Ji bo ku termên kompîtûrê were nasîn xebata Ferhenga Termên Kompîtûrê ji aliyê wî ve hatiye nivîsandin. Ev ferheng wek dosyayeke pdf li ser malperan bi belaş tê belavkirin.

Bi armanca ji bo gel hunereke bêpere, albûmên helbestan çêkirine. Hemû mafên albûman aîdî gel e, albûm li ser înternetê bêpere tên daxistin û guhdarîkirin.

 Albûmên wî:

–Helbestên Dînik

–Dem

–Helbestên Bijare

Occo Mahabad bi helbest, werger, nivîs û gotarên xwe yên cur bi cur jiyana me ya Kurdewarî bi xebatên xwe yên domdar ronî dike.

 

BERHEM:

Helbestên Dînik, Helbest, , 2012

Êşên Qehbik, Helbest, , 2013

Rondikên Binevşê, Helbest, 2016

Dem, Helbest, , 2017

Bi Dizîka Were, Helbest, 2018

Antolojiya Helbestvanên Nûjen yên Kurmancên Bakur, Antolojî,2019

Gotinên Pêşiyan û Nivirên Kurdan,2020

Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Occo Mahabad
Antolojıya helbestvanên nûjenAmadekar: Occo mahabadAntolojiya 158 helbestvanên kurdên bakurî xebateke hêja ye. Birêz occo mahabad di encama kar û xebateke dûr û dirêj de va pirtûka hêja a di destê we xwendevanên ezîz de amade kiriye. Xebatên weha gelek girîng in. Xebatên giranbiha ne, bi qîmet in. Ê..
₺480,00 ₺600,00
Vergiler Hariç:₺480,00
Dem
Stokta Yok -20 %
Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Occo Mahabad
..
₺96,00 ₺120,00
Vergiler Hariç:₺96,00
Gösterilen: 1 ile 3 arası, toplam: 3 (1 Sayfa)
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .