Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Mehmet Öncü

Mehmet Öncü

 


 

Mehmet Oncu, di sala 1961’an de li Taxa Xarxarê ya Semsûrê, ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendiye û ji Zanîngeha Anadoluyê, Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Folklornas, Lêkolîner, Helbestkar û Wêjevan, di sala 1983 de, li bajarê Semsûrê (Adiyaman) di wezareta perwerdeyê de, weke mehmûr dest bi kar kirî ye. Mehmet Oncu di 1983’an vir de, li ser folklora Kurdî (Kurmanci) xebat kiriye û bi navê “Hemo Pêşeng” gelek berhem, nivîs û helbestên wî di kovar, rojname û malperan de hatine weşandin.

Gotar û nivîsarên wî yên li ser folklora Kurdî jî nemaze di kovarên wekî Zend, Rewşen, Nûbihar, Govend, Çirûsk, Jiyana Rewşen, Kovara W, Tîroj û Dilopê de weşiyane. Mehmet Oncu û Hevalên xwe ên weke Mehmet Akar, Welat Dilken, Zekî Akdax, Şêxo Fîlîk û hîn gelekên din li Semsûrê rojnameyek bi navê “Semsûr” derxistin. Rojnameya ku bi kurdî û tirkî weşan dikir de, demekê jî di di quncikê xwe yê bi navê “Kenêrk” de li ser folklor û zargotina Kurdan nivîsî.

Niviskar di sala 2017 de, ji wezareta çand û geştiyariyê malnîşînbûye,  zewicî, bavê du keç û kurekî ye. Nivîskarê ku di hima her mijarê de berhemên cûrbecur nivîsandine, berhemên wî yê ku hatî çapkirin, wek yên li jêr in.

 

Berhem ên Nivîskar

· Çîrokên Kurdan-I, (Zargotin), Weşanên Doz-2006

· Çîrokên Kurdan-II (Zargotin), Weşanên Doz-2007

· Gotinên Pêşiyan- (Ferheng)-Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê-2009.

· Mêhrîmah, (Helbest) -Weşanên, J&J- 2011

· Ezîze, (Helbest)- Weşanên J&J- 2011

· Eware, (Helbest)- Weşanên- J&J-2011

· Yeklo Duklo Dumbazê, (Zargotin), Weşanên J&J-2013

· Dengbêj û Dengbêjî (Gotar) Antolojiya Dengbêjan, Şaredariya Mezin a Amedê-2013

· Meyîr, Çanda Pêjingeha Herêma Amedê-(Folklor)-Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê-2013

· Cemîle, Çanda Pêjingeha Herêma Semsûrê-(Folklor)-Weqfa Danasîna Adiyamanê-2014

· Çîrokên Efsaneyî yên Kurdan, (Zargotin)- Weşanên Nûbihar- 2014

· 101 Biwêj 101 Çîrok, (Zargotin), Avesta-2015

· Ferhenga Biwêjan, (Ferheng)- Weşanên Sîtav-2016

· Çarîne (Ji Kaniya Dil),  (Helbest), Weşanên Sîtav-2016

· Ji Deftera Kurdekî, (Aforîzma), Weşanên Sîtav-2016

· Şihîna hespên azad-(Roman)-Weşanên Sîtav-2017

· Tiştanokên Kurdî, (Zargotin), Weşanên Dara-2017

· 101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok-(Zargotin)- Nûbihar-2018

· Serhatî û Serboriyên Kurdan-(Zargotin)-Weşanên Sîtav-2019

· Guldesteyek Ji Pêkenokên Gelêrî, -(Zargotin)-Weşanên Sîtav-2019 

· Kulîlk û Şikevlatû (Fablên Kurdî), -(Zargotin)-Weşanên Sîtav-2019

· Ferhenga Devoka Hereêma Semsûrê-(Ferheng)-Weşanên Sîtav-2019

· Di Gotinên Pêşiyan de Jin-(Zargotin)-Weşanên Sîtav-2020

· Gotinên Pêşiyan (Senîfandin - şirove - Ferheng) (Zargoyin) Weşanên Sîtav 2020 (Berhem ji 4 bergan pêkhatiye)

· Eskî Kûrt Tarîhî (Werger) Weşanên Sîtav- 2020

· Raperîna Baba Îshaq (Roman) Sîtav-2021

· Mij “Helkîna Bayê Xerbî” (Roman) Sîtav-2022

· Mij “Peşkên Baranê” (Roman) Sîtav-2022

Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Mehmet Öncü
Ezîzan, Di zargotina kurdan de hinek gotinên pêşiyan hene ku bi teşe û vegotina xwe dişibin kurteçîrokan. Ew çîrokên bi wî teşbî, di wêjeya dinyaya modern de bi şêwaza “çîrokên mînîmal” tên nas kirin û nivisîn. Belê gotinên bi vî rengî ên di nav zargotina kurdan de hîn li asteke bilind in, lew ..
₺180,00 ₺225,00
Vergiler Hariç:₺180,00
Gösterilen: 1 ile 1 arası, toplam: 1 (1 Sayfa)
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .