Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Beşîr Ant

Beşîr Ant

Ez

 

Li Cizîra Botan hatime dinyayê. Xwendina xwe li Cizîr û Kırşehîr, Amed û Antalyayê qedand. Piştî 10-11 salên mamostetîyê, mîna hezaran Kurd ez jî rûbirûyê xezeba !2 Îlona faşîst bûm. 12 salên min di tineyî yê de derbasbûn.

Sala 1992’yê weke berpirsê Rojname ya Özgür Gündem’e yê Herêma Botan û Başûrê Kurdistanê min dest rojnamegêrîyê kir, Salên 1992-93’yê zulma rejimê ser min de gelek şidîya,.ez gelek êşandim. Min gelek îşkence dîtin. Ji înfazek ya nîvê şevê ser Pira Cizîrê bi tesadufî filitîm. Ofîsa me ya rojnameyê bi roketê rûxandin.

1994’ê li Stanbol bûm. Min li Unkapani wekke edîtorê kasetên Kurdî kar kir. Di weşanxaneya Dozê de xebitîm. Seyran Kultur Merkezi, Özgur Universite û Kurd-Kav’ê min dersên Kurdî dan.

Bi navê xwe yê rastî û Emînê Terzî û Jan Jiyar di rojname û kovarên Vatan Güneşi, Özgür Gündem, Welat, Azadîya Welat, Dema Nû, Guistan, Berfin Bahar û Hawara Botan de meqale, çêrok û helbest nivîsîn.

Li DGM ya Stanbol pisporî ya wergera Kurdî û li DMME (Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa) 3 salan wergêrî ya (Tercuman) Kudî kir.

 

Berhemên Min:

Ferhenda Berîkê (KolektIf,  Weşanên Doz, 1998-Stanbul)

Stiranên Kurdî Cild 1 (Berhev, Weşanên Doz, 1998-İstanbul)

Ortaçağ Cizre Tarihi (Werger ji Erebî, Beşir Ant Yayınarı, 2008-Ankara)

Demsal (Helbest-lokman Budak (Beşir Ant Yayınarı, 2008-Ankara)

Bilbilê Kurdistanê M. Arifê Cizîrî (Weşanên Ba 2012-İstanbul)

Berpêlk Berpêlk
Stokta Yok
Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Beşîr Ant
Bêserûşûnbûyîna mamê wî, kuştina heval û dostên wî… Herî dawiyê brayê wî jî yekser bêserûşûn dibe. Ew bi xwe jî hîç li deverekê cihgir û cihwar nabe. Neçarî ti caran pêşiya wî bernade lê gelek carinan karên gelek baş biserektî jî dike. Çîroka jiyana wî ji salên 1960-ê hêj dema ew nû dest bi ..
₺0,00
Vergiler Hariç:₺0,00
Gösterilen: 1 ile 1 arası, toplam: 1 (1 Sayfa)
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .