Mîhdî Perînçek, li Dêrika Çiyayê Mazî, ku girêdayî Mêrdînê
ye, hatiye dinyayê. Ji sala 1975an vir de li komele û saziyên sivîl ên pîşeyî,
sendîka û Komeleya Mafên Mirovan, di partî û rêxistinên siyasî yên Kurdan de
tekoşîna maf û demokrasiyê da. Di gelek rojname û kovarên Kurdî û Tirkî de
gotar û lêkolînên wî hatin weşandin. Hin danezan pêşkêşî civang
(Konferans) û sempozyûmê navneteweyî kirin. Perînçek li Amedê dijî.
Berhemdarî:
* İz (Bîranîn-Tirkî)
Weşanên Lîs, 2015- Amed
* Kumsor (Roman-Kurdî) – Weşanên J&J, 2017 – Amed
* Kızıl Bone (Roman-Tirkî) – Weşanên J&J, 2017 – Amed
* Benga Bilbil | Dilbirîn -Amadekirin (Helbest-Kurdî)
Weşanên J&J, 2018 – Amed
* Boxçika Dilan (Roman-Kurdî) Weşanên J&J, 2018 –
Amed
* Şilêrên Binevşî (Roman) Weşanên Na, 2024 Îzmîr