Newroz Azad, di sala 1975an de li Gundê Alî Kulek ku girêdayî navçeya Bûlanix a
Mûşê hatiye dinê. Heta 13 saliya xwe li gund jiya ye. Dibistana sereke li gundê
xwe qedandiye. Piştî qedan-dina dibistanê koçberî Mersînê dibe. Li Mersînê jî
demekî dirêj di karê avahîsaziyê da dixebite. Di heman demê de jî, di nava
xebatên siyasî û welatperwerî de jî cihê xwe digire û rastî zext û lêpirsînên
dewletê tê. Ji ber zextan neçar dimîne di sala 2000 î de berê xwe bide Ewropayê.
Heya vêga jî li Fransayê dijî.