Yilmaz Gur, di sala 1990î de li Qosera Mêrdînê ji dayik bû ye. Bi eslê xwe ji gundê Çalê ya herêma Sultan Şêxmûsa ye. Li Qoserê karê mamostetiyê dike. Pirtûka wî ya yekem a bi navê Boş Kitap (bi tirkî) di sala 2025an de hate weşandin. Ji bo ku xwe di qada wêjeya kurdî de pisportir bike, di navbera salên 2025-2026an de li Zanîngeha Artukluya Mêrdînê, lîsansa bilind a bêtez a Beşa Kurdolojiyê qedandiye. Gur, ku zêdetirî salekê ye bi awayekî çalak bi wêjeya kurdî re mijûl dibe, xwediyê gelek çîrok û helbestan e û di pêşbirkan de xelatên giranbiha wergirtine:
-Çîroka wî ya bi navê Jincino di Newroza 2025an de ji aliyê Weqfa Lêkolîn û Çanda Kurdî (Kurt-Kaw) ve wekî çîroka herî serkeftî hate hilbijartin û xelata yekemîn wergirt.
- Çîroka wî ya bi navê Xelata Xwedê di 2025an de di pêşbirka çîrokan a Şaredariya Farqînê de bû duyemîn.
-Di îlona 2025an de jî, helbesta wî ya bi navê Min Şiyar Bikin di Pêşbirka Feqiyê Teyran de ku ji aliyê Saziya Çanda Bajêr a Wanê ve hatibû lidarxistin, xelata yekemîn qezenc kir. N
ivîskar, niha li Qoserê dijî, xebatên wêjaya kurdî didomîne.
Bu kategoride ürün bulunamadı.