Pêşgotin
Silav xwînerên delal,
Silav li helbestê, li dilsozên helbestê û li payîza ku helbest herî zêde li wê tê.
Her wiha ew payîz e ku bû şitla LEWergerê û kir ku ji wê rojê da şîn bê; ber û şax bide.
Bi demê û derketina her hejmarê ra geşedanek pêk hat. Ew geşedan e ku nîşaneya
ruhekî zindî ye. Loma jî ev yek guherînan bi xwe ra tîne û her wiha rengê xwe li LEWê
jî vedide. Bi vê hejmara 7an ra ku 2 salan li dû xwe dihêle, mîna ku hûn jî dibînin me ji
bergê dest bi hin guherînan kir û me dil heye ku ji hejmara 8an pê va, yanî bi hejmara
sersalê ra jî em çend guherînên berdewam di naveroka kovarê da çêkin. Û dîsa, ji hejmara
sersalê pê va em ê di her hejmarekê da temayekê diyar bikin û dê helbestên wê
hejmarê hemû tenê ji temayekê pêk bên.
Wekî mînak: Jin, evîn, xweza û hwd..
Belê xwînerên hêja, LEWerger bi hejmara 7em bi cehd û kedeke bêhempa bi helbestên
têrtije û xurt li pêşberî we ye.
Di îlona 2022an da LEWergerê bi ked û dilsoziya gelek hezkiriyên helbestê, wekî dilopekê
xwe bera nava behra helbesta kurdî dabû. Û niha bi dilopa xwe ya 7em ciyê xwe
li vê behrê zelaltir, qehîmtir û berbelavtir dike. Êdî palgeheke zexm a LEWê heye. Bi şeş
hejmarên ku li dû xwe hiştî, bi xwînerên dilsoz, bi keda wergêr û wergerên xurt pişta
xwe dide xwe. Ev jî kelecaneke mezin û palpişteke zexm e bo hejmarên bên/nû.
Kerem bikin,
LEW jî ya we ye, helbest jî, payîz jî...
N A V E R O K
Pirsan ji evînê mekin / Herman Wildenway.................. 4
Rojên Hezîranê yên xweş / Detlev von Liliencron...... 5
Evîna Min Mîna Guleke Sor Sorgevez e
Robert Burns............................................................................. 6
Dayê Roniya Royê ye / Evelyn Tooley Hunt.................. 7
Nehêniya şevê / Else Laske-Schüler................................. 8
Rêzgirtin bo Guillaume Apollinaire
Blaise Cendrars........................................................................ 9
Êdî na / Idea Vilariño............................................................11
Kulîlka dawîn a payîzê / Sonja Åkesson .......................12
Şewat / Bedir Şakir Elseyab...............................................13
Payîza beqê / Sylvia Plath..................................................14
Ji te hez dikim / Paul Eluard..............................................15
Deyîra şorba / Bertolt Brecht...........................................16
Neponijîn / Alberto Caeiro................................................17
Li bîra min e dema batinî / Aleksandr Puşkin..............18
Nav / Neeltje Maria Min.....................................................19
Hevtawan / Jorge Luis Borges.........................................19
Bi valêzê sivik / Hilde Domin............................................20
Biyanî / Charles Baudelaire...............................................21
Roj nîn e îro / Rosamond S. King .....................................22
Xiloxavî / Radoy Ralin..........................................................23
Gerdûn / Giuseppe Ungaretti...........................................25
Li cem gulfiroşê / Jacques Prévert..................................26
Hêza bexşandinê / Armen Yerimyan.............................27
Destpêka axaftinê / Adonis..............................................28
Li benda min bimîne / Rena el-Tûnisî.............................29
Naxwazim tiştekî ne peyvan ne rastiyê
Fernando Pessoa...................................................................30
Gelek gelek kes hene / Maya Angelou..........................31
Maçkirina bi Vîetnamî / Ocean Vuong..........................32
Spîtiya berfa / Harry Martinson......................................33
ji Dîwana Kebîr xezela 2922
Mewlana Celaleddînê Rûmî...............................................35
Pîre espî bareber / Ingela Strandberg............................36
Wekî zarokekî / Hamo Sahyan.........................................37
Pizrûkên berfê / Robert Frost .........................................37
Tişta ku dê xewnê nêzîkî rastiyê bike,
dubarekirin e / Miqdad Xelîl..............................................38
Evîn tê û evîn dihere / Nils Ferlin.....................................41
Biçûkiyek / Erich Fried........................................................42
Şeş Haîkû / Jack Kerouac...................................................43
Kawik / Jacques Prévert.....................................................44
Strana Evînê ya J. Alfred Prufrock / T.S. Eliot ............45
Şewa serde ya zimistanî de / Nima Yushij....................50
Dagerîna Şevê di Parzemîna Rojê de
Sheida Mohamadi..................................................................51
Odeya Spî / Charles Simic..................................................52
Tu çûyî / Bedir Şakir Elseyab.............................................54
Ji bo Jane / Charles Bukowski...........................................55
Hewaya kemilî / Emerenz Meier.....................................56
Havîn li çiyayan / Edith Irene Sodergran......................57
Sonatin / Anna Greta Wide...............................................57
Li dikana gulfiroşê / Jacques Prévert.............................58
Westiyame / Arpenik Charents.......................................59
Hate Ba Min / Selwa Ismaîl................................................60
Ba Rûnî Bikemewe / Shook ..............................................61
A li vir im / Charles Bukowski...........................................63
4 Sal
- Stok Durumu: 50
- Yayınevi: Lewerger
- Yazar: Kolektîf
- Kağıt: 70 gr kitap kağıdı
- Sayfa: 64
- Dil: Kurdî
- Baskı: Îlon 2024
- ISBN: ,978-625-6678-21-
- Kapak: 17,6x21,6 cm
- Yer: İzmir