Ev roman çîroka
mirovên di navbera gund û bajêr de asê mane vedibêje. Ew mirovên li aliyekî bi
hesreta gund û kevneşopiyên xwe dijîn, li aliyê din jî ji neçarî li ber xwe
didin da bibin parçeyeke keftûlefta bajêr.
Ev pirtûk,
têkilîyên malbatî û gundîtahîyê yên li gund û bajêr yên çawa bi dem û cih
diguhere, dostanî û mirovatî bi nezanîn û nerazîbûnê çawa vediguhezin
bêhêvîtîyê û dibin sedemên aloziyên takekesî û malbatîyên dêrîn dihone.
Çetîn Lodî
xwendevan di navbera cihan de tîne û dibe, lê di heman demê de di nav nakokiyên
herî kûr ên hestan de jî asê dike. Lewre ev berhem ne çîrokeke kesane ye,
bîranîneke civakî û dîrokeke veguhêr e. Dema ku xwendevan ji bêdengiya gund ber
bi kaosa bajêr ve diçe, ew bi nakokiyên xwe re rû bi rû dimînin.
Ev romaneke hem
dramayên takekesî û hem jî birînên kolektîf e…
Bi têkilîyên
ferdên malbatekê, rewşa koçberîya gelekî ya ber bi bajarîbûnê ve diçe
derdikevin holê.
Vegera gund
carinan tenê rêya avakirina pêşerojê ye.
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Nando Yayınları
- Yazar: Çetîn Lodî
- Ebat: 0.00cm x 13.50cm x 19.50cm
- Kağıt: 60 gr.Kitap Kağıdı
- Sayfa: 76
- Dil: Kürtçe
- Baskı: 2025
- ISBN: 978-625-93869-0-4
- Kapak: 13,5x19,5 cm Karton Kapak
- Yer: İzmir