Eskerê
Boyîk,
sala 1941-ê li gundê Qundesazê (niha Rîya Teze),nehya Aparanê, komara
Ermenistanê ji dayka xwe bûye. Berê li gundê xwe, paşê li gundê cînar: Elegezê
xwendina navîn standîye. Xwendina bilind li bajarê Yêrêvanê xwendiye. Têza
doktorî li ser zaniyariya aboriyê sala 1974 parastiye. Wê salê da zanîngeha
zaniyariyê ya Aaborya malhebûna gundîtiyê da heta sala 1993 wek serokê parê
xebitye. Gelek behemê wî yê zaniyarȋ (pirtûk, biroşyûr, gotar) derheqa
pirsgirêkên aboriya malhebûna gundîtiyê da bi zimanê ermenî, kurdî, rûsî hatine
weșandin. Sala 1976 heta dewya salê 1986 zanîngeha bajarê Yêrêvanê ya Malhebûna
gundîtîyê da dersȇ rȇvabirina Malhebûna Gundȋtiyȇ daye. Hê mektebê da karê
êfrandariyê va mijûl bûye. Salê 60-î da helbest, kurteçîrok û gotarê wî rojnea
da çap bûne, bi radyoyê hatine dayin. Endemê Yekîtîya Nivîskarên Welatê Sovêtê,
paşê endamê YN Ermenistanê û YN Qazaxstanê bûye. Salê dirêj katibê beșa
nîvîskarên kurd ya rex YN Ermenistanê bûye. Gelek sala tev nivîskar Karlênê
ÇAÇANÎ, berpirsiyariya almanaxa efrandinên nivîskarên kurd yê Ermenistanê:
BAHAR kirye. Tevî çend hevalan li bajarê Almatayê, komara Qazaxistanȇ kovara
KURD weşendiye. Bi salan li ser pirsgiȇkȇn Kurdzaniyȇ û Ȇzdȋnasiyȇ xebitȋye. Bi
dehan pirtûkȇ wȋ yȇ helbest, kurteҫȋrok, roman û lȇkolȋnan hatine weșandin.
Niha li Ewropayê dijî.