Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Yasemin Elban

Yasemin Elban

Yasemîn ELBAN,

Keça Mela Îsmet û Nîmet Kılıçarslan e, ew di sala 1960’an da,  li gundê Çorsênê yê li ser Tetwana Bedlîsê hatîye dinê. Ji ber melatiya bavê xwe ew li gelek gundên li ser bajarên Wan, Mûş û Bedlîsê geryaye. Piştê demekê li Tetwanê niştecih bûne. Ji ber şert û mercên siyasî û aborî malbat koçî bajarê Îzmirê kirîye û niha jî li wir jiyana xwe didomîne.

     Nivîskar dayika du lawan e. Di sala 2007’an da dest bi nivîsandinê dike. Gelek nivîs, çîrok û çîrçîrokên wê di kovar û malperên kurdî da hatine weşandin. Xebatên wê li ser çîrok, çîrçîrok,  zargotina kurdî û li ser wêjeya nûjen a zaro­kan e. Sala 2009’an, di Kurdî-Der şaxa Îzmîrê de kursa zi­manê kurdî digire û li wir 9 sal xizmeta ziman dike.

Berhemên nivîskar ên çap bûne:

 

  1. Ecêbên Dinyayê, Çîrok, Weşanên Ava, 2013 
  2. Ebas û Heblê, Çîrok, Weşanên Na, 2014
  3. Asmîn û Bilbil, Çîrok, Weşanên Hîva, 2016
  4.  Carek ji caran, çîrçîrok weşanên Dara 2017
  5. Destgulek ji zargotna herêma Xerzanê (Tetwan) Enstîtuya Kelepûrê Kurdî- Dihok 2018
  6. Rojnivîska Xecê, Xecê li dû Celadet Alî Bedirxan e, çîrok, weşanên Dara 2020
  7. Rojnivîska Xecê, Xecê li dû Dewrêşê Evdê ye, çîrok, weşanên Dara 2020

8.      Rojnivîska Xecê, Xecê li dû Mesture Xanimê ye, çîrok, weşanên Dara 2020

9.      Rojnivîska Xecê, Xecê li dû Evdalê Zeynkê ye, çîrok, weşanên Dara 2020

10.  Rojnivîska Xecê, Xecê li dû Celadet Alî Bedirxan e, çîrok, weşanên Dara 2020

 

Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Yasemîn Elban
 GIRÎNGIYA ÇÎRVANOKAN (ÇÎRÇÎROK) Çîrvanok ji rastiya jiyanê dûr bên xûyan jî, ji bo her kesî, bi tay­betî jî ji bo zarokan dinyayeke awerte û rengîn diafirîne. Mafê hemû zarokan heye ku bikevine nava vê dinyaya derarastî û rengîn. Pêwist e ku hemû zarok li xalîçeya bi sêhr siwar bibin; beh..
₺80,00 ₺100,00
Vergiler Hariç:₺80,00
Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Yasemîn Elban
Derheq da Her jinekê çîrokeke xwe heye; tu li serborî û jiyana kîjan jinê binêrî, bêguman wê tê de êş xuya bike. Di Çîrokan de lehengê êş kişandî hertim jin e. jin stûna çîrokê ye, stûna çîroka jiyanê. Loma jinên nivîskar bi van berheman  vê stûnê zexmtir kirine û jiyanê xweşiktir.  Ji..
₺56,00 ₺70,00
Vergiler Hariç:₺56,00
Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Yasemîn Elban
Carek ji caran xêr û xweşî bibare li ser hazir û guhdaran, bi tevê sêwî û bêmalan ji xeynî mişkên qulê dîwaran.   Hebû jin û mêrek. Navê jinikê Heblê û navê mêrik jî Ebas bû. Tenê keçeke wan hebû, ew jî li gundekî din dabûn mêr. Panzdeh rojên wê qediyabûn ku mêr kiribû, divê biçûna ser..
₺28,00 ₺35,00
Vergiler Hariç:₺28,00
Gösterilen: 1 ile 3 arası, toplam: 3 (1 Sayfa)
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .