Elî Hesenyanî(Hawar),
di sala 1939an de Taxa Pam-nar a
Tehranê ji dayîkbûye. Di sala 1946an de diçe Mehabadê û hetanî pola şeşan a seretayî li dibistana Firdewsî dixwîne, piştre vedigere Tehranê û li Dibistana Suritger xwendina xwe didomîne. Piştî salekî dîsan vedigere Mehabadê û ji dibistana Mihemed Reza bawer-nameya xwe ya lîseyê werdigre. Di sala 1959an de di beşa Maf û Zanyariyên Siyasî ya Zanîngeha Tehranê de xwendina xwe didomîne, heman li vê derê bi ronakbîrên kurd re hevvnas dibe.
Di sala 1964an de piştî gireva birçîbûnê ya xwendekarên Zanîngeha Tehranê tevî Siware Îlxanîzade û hin hevalên xwe tên girtin. Piştî ji zindanê derdikeve dîsa xwendina xwe temam dike û kolejê/fakulteyê diqedîne. Piştre jî di wezareta navxweyî de wekî karmend bicih dibe lê ji ber bîr û baweriyên xwe siyasî çendîn caran wî vediguhêzin bajarên cuda cuda yên weke Komîca, Erak, Tefrîş, Astara, Derreşara Îlamê. Heyamekî vediguhêzin Sine û Baneyê jî lê bi piranî vediguhêzin deverên din jî. Her ji ber van veguhaztinan dest ji karê wezarata navxweyî berdide û diçe kursa parêzeriya li Tewrêzê.
|
Di sala 1985an de vedigere Mehabadê û wekî parêzer kar dike. Hevkariya kovara Sirweyê dike. Piştre bi komek şair re Encûman Edebî(Komeleya Wêjeyê) dadimezrîne.
Di sala 1989an de terka welat dike û diçe Fînlandiya, piştre jî diçe Danîmark û li wir niştecih dibe. Xwediyê dîwanekî helbestan, berhemekî çîrokan û sê roman e. Di şeva 8/5/1992an de bi sedema qeyrana dil koça dawî dike û li goristana Kopenhaginê dispêrin axê. Piştî mirina Elî Hesenyanî (Hawar), wekî komberhem hemû Berhemên wî bi palpiştiya kure wî Zag-ros Hesenyanî ji aliyê weşanên Bang(Li Bane) ve tên weşandin.
Berhemên Nivîskar:
1. Gunah/Dîwana Helbest/
2. Şarî Wêran/Çîrok/Ûrmiye
3. Derwêş/Roman/Mehabad,
4. Karmamiz/RomanHolanda/1999
5. Bizey Jiyan/ roman/2007
Komberhem/ 2017/Weşanên Bang/ Bane/Îran