Asya Xerzan, di sala 1974an de li Herêma Xerzan, li gundê Qorixê yê girêdayî navçeya Qubîna Batmanê ji dêya xwe bû.
Dibistana destpêkê li Qorixê xwend, dibistana navendî li Oberkirchen Elmanyayê xwend. Asya Xerzan, sala 2016an di 24mîn Pêşbirka Wêje û Helbesta Kurdî ya Huseyîn Celebî de Xelata yekemînîyê wergirt.Ji sala 1985an ve tevî malbata xwe li Almanyayê dijî.
Berhemên wê:
Dengê Bêdengîyê /Helbest /Weşanxaneya Sîtav / 2016 / Wan
Dengê Bêdengîyê / Helbest / Wergera Soranî / Weşanxaneya Sîtav 2018 / Wan
Asya Xerzan, niha ligel nivîsîna çîrokan, wergera ji Almanî bo Kurdî jî dike.