Yusuf KAYNAK; di 1955an de li Xalikan (Gölyazı) li bajarokê Cihanbeyli ya girêdayî Konyayê hatiye dinê. Xwendina xwe ya destpêke û ya navîn li Xalikanê, lîse li Konyayê qedandiye. Dû re li Hollendayê di Zanîngeha Leydenê de, Fakulteya Edebîyatê beşa Zimanê Rojhilat de Zimanê Tirkî û Edebîyata Tirkî qedand. Teza xwe ya zanîngehê derheqê jiyana şaîrê Kurd yê navdar Cegerxwîn de amade kiriye.
Heta niha nivîsên wî di kovar, rojname û malperên kurdî yên weke Rojnama Kurdistan press ya li Swêde; rojnama Azadî/Riya Azadî û kovara Deng li Almanya; malpera Kurdistan-post, Netkurd, Navkurd û Rupelanû de derketine .
Çend sal in li ser klasîkên dinyê kar dike. Eger temenê wî têr
bike wê ansîklopediya klasîkan cîhanê bi sê-çar cîldan amade bike.