Narîn Omer Seyfudîn,
Narîn li bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistan ji dayik bûye û ew keça Omerê Seyfudînê Meylanî ye û dayika wê Hedya Melek e.
xwendina
serete û navendî û bidomahî di dibistanên Dêrikê de bi dawî kirye, û
piştre ew tevlî Zanîngeha "Dîmeşqê paytexta Sûriyê bûye û di sala 1995an
de bawernameya bilind wergirtiye bi dawî kiriye "Beşê wêjeya
Erebî".
Wê
karê mamotatiyê kiriye û di hemî pêvajoyên fêrbûn û xwendinê de.
Di
warê wêje û nivîsîn û doza jinê û zarokan de kar dike û ji piçûkaniya xwe ve bi
dest avakirina Girûp û komele û yekîtiyên çandî û civakî kiriye.
Ew
û hevjîn û zarokên xwe ji sedema şerê li welat û çend sedemên dijwar li pêlên biyaniyê siwarbûne û niha ew li
welatê Elmanya dijîn.
Sisê
zarokên wê hene û du nevî"Dastan, Sazîn, Şêrîn, Şanya, Aryam".
Hêjayî
gotinê ye ku ew xwîşka helbestvan û zimanasê kurd Adil Omer Seyfudîn e.
Berhemên wê yên çapkirî:
1-Prîxana min" helbest bi zimanê kurdî
2- "Hinga bêdengî can dikêşe"
Helbest bi zimanê Erebî ji weşanên çapxaneya dar azzeman, û
"Perîxana min" bi weşanên saziya Semakurd hatiye çapkirin.
3-Romana "Çaxê derbideriya
ber bi rojava " bi zimanê Erebî ji weşanên çapxaneya
"Elxelîc" li welatê Urdinê.
4-Romana "Axoşkirina Pênûsê
û demsalên giyan " ji çapxaneya Elsukeriye li welatê Misrê.
5-Pirtûka "Kenê Şanya"
helbestên zarokan bi zimanê kurdî ji weşanên Yekîtiya nivîskarên Kurdistana
Sûriya ye
6-Romana "Henasên Jiyanê,
Koçberiya bê henas" ji weşanên Çapxaneya Sersera li Berlînê, welatê
Elmaniya bi zimanê kurdî bi alîkariya Dr. Beşar Mistefa
7-Romana "pistpistên bîrokê"
bi zimanê Erebî ji weşanên Dar Elkelîmat li welatê El cezayir û vê Romanê
xelata yekemîn wergirtiye di pêşbaziya romana erebî de ji layê weşanxaneya
"Dar elkelîmat".
8-Pirtûka "Tîrêjên vejînê"
li ser hunermend û dengbêjên kurd yên jin
9-Berhevoka "Çavên Dil"
helbestên, ji weşanên çapxaneya Sersera ne.
10- Pirtûka "Navdarên
Kurd" bi hevkariya nivîskar û dîroknas
Behcet Ehmed.
11- Pirtûka "Pencemora
evîndaran" bi zimanê Ingilîzî/ Helbest
12- Pirtûka " Çavên dil"
bi zimanê Elmanî/ Helbest.
13- Pirtûka " Rojpirtûka Dêya
min" kurte çîrok bi zimanê Erebî.
Bêhtirîn 20 berhemên destnivîs jî
hene: roman, helbest, çîrok, çendeser ûfêrdanên ser jin û malbat û hêlên çandî
û civakî û çîrok û helbestên zarokan.
14- Pirtûka "Tîrêjên vejînê"
li ser hunermend û dengbêjên kurd yên jin /Çapa Duyem / Weşanên Na / Îzmîr /
2023
Xelat û bawernameyên wê wergirtine:
1- Bawenameya helbestvan Seydayê Tîrêj
2-Xelata rêxistina jinê di partiya "partî dîmoqratî
kurdistanî- Sûriya.
3-Xelata rêxistina jinê di partiya"Yekîtî dîmoqratî
kurdî sûriyê
4-Xelata helbestvan û zimanzan Mela Ehmedê Palo ji aliyê
Yekîtiya nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriyê.
5-Xelata rêxistina jinên Kurdistana sûriyê
6-Bawernameya tîpa muzîkê bi rêveberiya hunermend Ciwan
Sebrî
7-Bawernameya baştirîn nivîser di sala 2009 ji malpera
"diljan"
8-Xelata Seydayê Cegerxwîn ji rêxistina Hesekê ya partiya
Yekîtî
9-Xelata vestîvala "mihrecana" helbesta kurdî ya
19 de mîn li bajarê Qamişlo sala 2014
10-Navê wê di nav baştirîn nivîserên cîhanê de hatiye
nîşankirin di sala 2009.
11-Xelata Seydayê Cegerxwîn ji aliyê komîteya çandî ya
partiya Pêşvero ve di sala 2017
12-Bawernameya Dezgeha Aştî û Hevaltiyê, şaxê Elmanya
13-Bawernameya Rêxistina 21ê Newrozê ya rahênan û fêrkirinê
li Herêma Kurdistanê.
14- Rêznameya civaka kurdên sivîl li Ewropa 2022.
Xelatên erebî yên wê wergirtine:
1-Xelata sêyemîn ya çîroka erebî ji aliyê Dr. Xeldiya Al
Xelîfe ve li welatê Elbehrên.
2-Xelata yekemîn di hevpişk û pêşbaziya Romana erebî li
welatê Alcezayir ji layê weşanxaneya "Dar elkelîmat" li welatê
Elcezayir
3-Xelata dîdargeha "Ibin Elnîl" li ser çîroka
"Çarêk"
4-Xelata çîrokê di pêşbaziya nivîskar Rûla husênat ji layê
malpera "Elkeyan Eledebî".
5-Xelata Elkeyan Eledebî li ser çîroka "Bîroka diya min
dema diaxive".