NÛJÎN EHMED QIDO – Nivîskareke kurd e, li Almaniya dijî. Di sala 1996 li Şamê ji dayîk bûye, ji herêma Efrînê, li bakurê Sûriyê, ji gundê Turindê ye. Ew li Şamê ji dayîk bûye û dûv re çend sal şûnda ew li Helebê ma. Wê li zanîngeha Helebê wêjeya Erebî xwend. Di sala 2017-an de, ew ji peymangeha (Viyan Amara) ya zimanê Kurdî li Efrînê bi dawî kir û belgeyek bi zimanê xwe yê dayîkê wergirt, ango pişt re dest bi hînkirina kurdî li dibistanên giştî kir. Çalakiyên wê di gelek kovarên çandî û wêjeyî yên zindî û elektronîkî de hene. Di heman demê de romana wê ya yekem (Çiqilek li ser piştê Leylayê), di sala 2021'an de li Misirê, li ba weşanxaneya "Biblomaniya" bi zimanê erebî hat çapkirin û weşandin. E-mail: Nojeen2kaddo@gmail.com