Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Haydar Alper Eser

Haydar Alper Eser

Merheba. Ez Haydar. Nizanim mirov çawa destpê dike. Min qet destpê nekir. Li malek hatim dinê. Malbatek min çêbû. Zimanê cîranê li diyarê min û zimanê min, ne yek bûn. Cîranê min ê jêr ji mezhebek din; cîranê jor ji olek din bû. Li vir bûm “Ji wir”, li wir jî bûm “Ji vir.” Bi nasên xwe re axivîm. Biroj li gizêrê geriyam, bişev min çov dîtin Di zarokatiya xwe de fikirîm ka pisîka Mestan a Margosyan çima bi çar zimanan dizane?.. Min her tim xwe şiband Mestan. Ji wê rojê de ye hizûra min tuneye.

Mirov fêrbûnên xwe yên herî mayînde, bi ceribandin û jiyanê fêr dibe. Ev carna ji divêtiyê carna jî ji xuy, dibin qabîliyetek. Her tim girêdayî sedemên baş nînin qabîliyetên me. Carna jî, rêyeke valakirina travmayên me, di mayîna xwedî qabîliyetbûnê re derbas dibe. Bijartin, pîşe, helwest hemû di jiyana mirov de şopek in. Min ev pirtûk jî, bi armanca ku bibe şopek, nivîsand. Ji bo ku şopeke nû be min werger kir. Jiyanê bi me re şop hiştibe, em jî bi jiyînê tola xwe jê bistînin! Bila şop timî bin!

Di vê navberê de, min pirsê ji bîr kir. Kî bûm ez?

Min ê paşeroja kîjan beşa demê binvîsiya?

Piştî ku ji dayîka xwe hatim dinê an piştî ku ji xwe hatim dinê?

Yayınevi: Weşanên NA Yazar: Haydar Alper Eser
Em; rengên cuda yên ku li ser heman axê dijîn. Ev pirtûk jî, ji rengan zêdetir têkildarî axê bi xwe ye. Min vê carê xwest ku em di ser Beyrûd, Bexda, Heleb, Tel Avîv, Îskenderiye, Tebrîz, Ramallah, Kerbela an jî Hewlêrê de bibînin. Di ser taxek de, di nav malek de problema hemû dinyayê dikare b..
₺80,00 ₺100,00
Vergiler Hariç:₺80,00
Gösterilen: 1 ile 1 arası, toplam: 1 (1 Sayfa)
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .