Seyfedînê Welekorî (Seyfettin Temel);
Di sala 1960î de li bajarê Mûşê,
navçeya Melazgîrê; li gundê Welekorê hatiye dinê.
Navê wî esasî Seyfettin Temel e.
Navê bavê wî Ebdulbarî, navê dêya wî Hezîme Xanim e. Ji Eşîra Hesena, çiqa
Malbatê ye. Malbata wî ji malmezinên gund e, malbateke welatperwer e.
Di heft salîya xwe de dest bi dibistanê kiriye.
Dibistana sereke li gundê xwe xwendiye.
Li ba bavê xwe û carina jî li ba
melayê gund, li mizgeftê perwerdehiya olî dîtiye. Welekorî di perwerda olî de
cudatîyeke balkêş dike, hemû perwerda xwe bi zimanê dayîkê dike. Ji wê qasê di
nav gel de xwedî qedrekî cuda bû.
Di xeyalên Seyfedîn de tim azadîya welat hebû. Lêbelê di 16 salîyê de wî dizewicînin (27 Sermawez
1976). Xeyalên wî serûbin dibin. Di 18 salîya xwe de ji ber nakokiyekî berê xwe
dide serê çîyan û sê salan li ser çîyâyên Kurdistanê dijî. Di Sibata 1981an de dîl dikeve destê
desthilatdara û wî diavêjin girtîgeha Melazgîrê. Salekî jî di zindana Bajarê
Osmanîyeyê de dîl dimîne.
Piştî derketina zîndanê, ji aliyê
dagirkeran ve rihetiyekî nabîne û koçî Stenbolê dike.
Seyfedînê Welekorî, di sala 1990 de
tev li siyasetê dibe, dibe endamê (H.E.P)ê, di nav rêveberiya navçeya
Küçükçekmeceyê de cîh digire.
Piştî ku Partîya Keda Gel (H.E.P) hate girtin gelek
serok û endamên wê
hatin girtin û îskence li wan hate kirin. Hin ji wan
hatin girtin hin ji wan jî cezayê qedexeya siyasetê li wan hate birîn.
Wê demê Seyfedînê Welekorî jî pênc
sal cezayê siyasetê lê tê birin û ew jî gelek tehde û lêdanê re derbas dibe. Lê
dema wî digirin binçava û heta sala 2008an, hin Melayên Kurda li bajarê
Stenbolê Komeleya Alimên Kurda (DÎAY-DER) dadimezirînin.
Seyfedînê Welekorî di komeleya
bawermendên Kurdan de cîh digire û dibe endamê komelê û di nava rêveberiya
komelê de cîh digre û xebatan dike.
Seyfedînê Welekorî di sala 2005an de dest bi nivîsandina kurdî dike. Helbest û çîrok û mesele
û metelokan dinivîsîne. Heta niha çar heb berhemên wî hatine çapkirin û
gihîştine ber destê xwînera û herwiha gelek helbestên wî jî di rojname û
kovaran de hatine weşandin.
Helbestên Seyfedînê Welekorî; di
Kovara Ronahî, di Rojnemeya Rêya Taze, û Antolojiya Helbestvanên Nûjen, malpera
Asoya Helbestan, malpera Kaniya Helbestan û her wiha di gelek kovar û
rojnameyên din de jî hatine weşandin. Gelek helbestên Seyfedînê Welekorî di
radyo û televizyonan da hatine xwendin û hinek ji wan jî bûne stran.
Seyfedînê Welekorî bavê sê kura ye û
heta niha heft neviyen wî hene. Welekorî sî û çend salan li bajarê Stenbolê
jiyankir û di meha Kewçêrê ya 2019an de koçî Bajarê Tekîrdaxê kir. Hîn jî
navçeya Çorluyê jiyana xwe berdewam dike.
Berhemên wî:
Warê Wêran; Helbest, Weşanxaneya
Kovara Ronahî, 2014, Stenbol
Huzna Şevê; Helbest, Weşanxaneya Ar
/ 2018, Stenbol
Xerîbistan; Helbest Weşanxaneya AR /
2020
Biharistan; Helbest Weşanxaneya AR / 2020
Welekorîstan; Helbest Weşanxaneya NA / 2023
Çîrokîstan; Helbest Weşanxaneya NA / 2023