Min jî xwest di nav ramana wan î bi qasî ûmanan fireh de bibim di-lopeke ramanê. Û di nav ronakbîriya wan î bi qasî roniya rojê de jî ez bibim çirûskek ji roniya roja wan.
Û ez dixwazim hibra pênûsa xwe ji dayîk û bavên wan re bikim mel-hema sebrê û jana dilê wan sivik bikim.
Û min xwest bibim şopdarê Baba Tahirê Ûryan, Ahmedê Xanî, Mela-yê Bateyî. Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Şêrko Bêkes û bi sedan rêhevalên wekî wan.
Ez vê pirtûka xwe diyarî hemû evîndarên azadiyê û tevayê xwendin-hezan û malbata xwe dikim.
DE BI PONIJE KURDO
De biponije kurdo biponije
Dê sibehê ji bo xwe çi bike
Bi ponije
Bila ponijîna te ji hişê te bî
Fena xelkê li te nebî
Ne ji bo xelkê biponijî
Hingî tu ji bo xelkê ponijî
Jiyana te tev de rijî
Tu yek car ji xwe re naponijî
Rebeno!
Kurdo!
De biponije!
- Stok Durumu: 99
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Nezîr Nezan
- Ebat: 0.00cm x 13.50cm x 19.50cm
- Kağıt: 60 gr kitap kağıdı
- Sayfa: 98
- Dil: Kurdî
- Baskı: 2015
- ISBN: 978-605-9017-24-4
- Kapak: Karton
- Yer: İzmir