Cîhan Roj, vê carê jî bi romanekê hat û li miqabilî me sekinî. Cîhan
roj, di vê romana xwe de, bêyî ku bi tûmerî ji şêwaza xwe bi dûr keve,
li ser koka xwe sekiniye û çav dike Vircinia Woolf. Guhê xwe dispêre
zemên û li nihirîna Woolf guhdar dike. Sewta nihirîna Woolf vediguhêzîne
guhê xwînêr. Woolf texlît nake. Wek referans dihesibîne. Bi ziman û
çavdêriyeke realîst, radihêle xwînêr û di nava Stembol û Diyarbekirê de
dibe û tîne; xwîner, ne ji te'ama çavdêrî û vegotinên fantastîk bêpar
dimîne û ne ji hisandina teknîka veherikîna şiûrê dûr dimîne. Cîhan, di
vê romanê de, ji merhaleyekê bi rê ketiye û berê xwe daye merhaleyên
dîtir. Ji bûyer û portreyan bêtir, takekesî heye; serhiş û binhişê
Gulten heye. Kerem bikin dehlîz û maxzenîk û tarîstana binhiş.
- Stok Durumu: 99
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Cîhan Roj
- Kağıt: 70 gr.kitap kağıdı
- Sayfa: 162
- Dil: Kurdî
- Baskı: 13.50x19.50
- ISBN: 978-605-86943
- Kapak: Amerikan Cilt
- Yer: İzmir