Hîna ji mêj ve, piraniya jinên kurd û bi awayekî hunerî ciwan tayişik û kulav çêdkirin. Hirî bi teşiyê ve dikirin û rîs dirêsandin, ji wî rîsî gore, kenze û kumên zarokan saz dikirin. Tentene, rûyên livînan û neqşên ciwan li ser dineqişandin mîna kulîlkan, belgên daran û her wiha jî hin motîvên xuro kurdî mîna Şahmaran û Gulfiroş.
Ji tevnê cilkên nimêjê û merşik çêdikirin. Ewan xaniman, morîkên rengorengo bi çarikan ve dikirin, cil û bergên bûkan ku piraniya wan ji karê destî bû amade dikirin. Berîk saz dikirin û ew bi dîwaran ve dikirin û di wan berîkan de, derman, da û derzî û hûremûrên malê diparastin.
Hin jin jî hebûn ku bi hunermendiyeke pir bilind ji çuqlî û şaxên daran hêlanên bedew û dergûş û landikên zarokan di'afirandin, herweha wan jinên şox û şeng zembîl û selik dixemilandin.
Hêjayî gotinê ye ku heman jinên kurd di dema mijûlbûna xwe bi hunerê ve, bi karên destan ve, helbest, dîlok, heyranok û lawik diristin.
- Stok Durumu: 99
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Mizgîn Hesko
- Kağıt: 60 gr.Kitap Kağıdı
- Sayfa: 194
- Dil: Kurdî
- Baskı: Adar 2024
- ISBN: 978-625-7085-77-9
- Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
- Yer: İzmir