Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Siya Nepenê

Siya Nepenê
Siya Nepenê
-20 %
Siya Nepenê
Siya Nepenê
Siya Nepenê

Gulbedewa min, Gulbanûya min, Guljiyana min! Vêga li fuarê rûniştime û hestên ku niha bi min re çêbûne ji te re dinivîsînim. Li ber birkeke tijî av im. Di hundirê birkê de kelekeke biçûk heye, du evîndar li kelekê suwar bûne û kêf û coş û eşqa xwe parvedikin. De were û bira kezeba min neşewite, dil bangî te neke... Ez ê çawa karibim ji bêyî te bijîm? Çend ordeg jî li tenişta kelekê avjenî dilîzin. Serê xwe noqî nav avê dikin; dema em zarok bûn em diketin çemê Çexçexê û me jî wek van ordegan serê xwe di avê de dadikirin…      Vêga tenê li ser masê rûniştime û ji te re vê nameyê dinivîsînim. Wilqasî dilê min zîz bûyê ku, ez dixwazim dilê xwe yê ji bo te birîndar, weke çemekî ramûsanan ber bi te ve biherikînim. Tu jî bîskên porrê xwe yê zer, bi derziya lêvên xwe bi dilê min ve bidirû, ku birîna veqetînê hinekî puxte bibe…      Payîz e, pelên daran diweşin. Halbûkî bi hezkirina te re kulîlkên dilê min dibişkivîn. Ku îja te bibînim, êdî tu kes ê nikaribe min zemt bike…      Vêga du evîndar di ber min re derbas bûn û li maseya kêleka min rûniştin. Destê xwe avêtin stuyê hev, ji xwe re li birka fuarê dinêrin. Bi dîtina wan re keserek kûr ji nav lêvên min difirre. Heya demek berê em jî wilo li kêleka hev bûn. Destê me di stuyê hev de bûn. Me tiştên ji van her du evîndaran behtir dikir. Me ramûsanên bi dizî li qeraxa lêvên hev dixistin. Guljiyana min, weke muhabeta cemreya biharê xweş bû...      Vê Nepenê em ji hev dûr xistin. Bû siya ber dilê me. Ji tirsa wê êdî hew diwêrim di ber mala wê de biçûma. Ji neçarî min berê xwe da van deran. Tu jî di bin siya wê de girtî maye. Siya wê bûye janek û xwe berdaye ser riya hezkirina me…   

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
  • Stok Durumu: 98
  • Yayınevi: Weşanên NA
  • Yazar: Mahîr Bagok
  • Ebat: 0.00cm x 13.50cm x 19.50cm
  • Kağıt: 60 gr kitap kağıdı
  • Sayfa: 157
  • Dil: Kurdî
  • Baskı: 2016
  • ISBN: 978-605-9017-19-0
  • Kapak: Karton
  • Yer: İzmir
₺56,00
₺70,00
Vergiler Hariç: ₺56,00
1 adet ve üzeri ₺56,00
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .