POLÎFONÎK Ji Stranên Kurdî Yên Gelêrî - II
1 - BARANEW BARAN
2 - ÇAYÊ BERBENA
3 - NEWROZ
POLÎFONÎK Ji Stranên Kurdî Yên Gelêrî -I-
Mûzîka
gelerî; ew celebê muzîka zindî ye ku li derveyî çanda bajarvaniyê
hatiye hilberandin, ji nifşekî derbasî nifşekî bûyî û ji hêla gel ve
hatî qebûl kirin e. Hewldanên Kurdan a ku hema hema sed sal in xwe bi
jiyana bajarvaniyê ve digirin û bi tevahî ji jiyana gundan qut nebûyîn,
hem ji hêla cihêrengiya tonî ve hem jî ji hêla mijarî ve arşîvek
dewlemend a muzîka gel pêk aniye. Çîrokbêjî, ku yek ji wan
taybetmendiyên herî girîng ên wêjeya devkî ya Kurdî ye, ya herî girîng
jî, têkelbûna çîrokên bi awazên hestyarî ve têne gotin carinan xemgînî,
êş û kederê, carinan jî şahiyê, dilxweşî û evînê ji me re radigihîne. Ev
veguheztin, tenê ji yek dengê ku di bin ronahiya melodiyên dewlemend de
teşe girtiye tê pêkanîn. Muzîka Kurdî monofonîk e. Hejmara pêkhêneran
yek be jî, hezar be jî, tenê yek melodî tê bihîstin. Ev avaniya otantîk a
muzîka Kurdî ye. Pirtûka yekem a rêzê, POLÎFONÎK-Ji Stranên Kurdî Yên
Gelêrî I', stranên gelêrî yên Kurdî ku wek monofonîk têne gotin, ji bo
koroyê wek polîfonîk hatiye amade kirin, ku bi vî rengî muzîka Kurdî ya
kevneşopî veguherandiye forma muzîka gerdûnî ya rojavayî, armanc dike ku
bibe alîkar ji bo sazkirina muzîka Kurdî di qada navneteweyî de.
Rohat
CEBE, di 1978an de li Amedê ji dayik bû. Piştî ku dibistana navîn a
Hunerên Bedew ên Anatolyayê ya Diyarbekirê bi pileya yekem xelas kir, di
sala 1996an de, wek bi bûrsa tevahî di beşa Teorı̂k/Kompozîyon a
Fakulteya Muzîk û Hunerên Dikê ya Zanîngeha Bilkentê de hate qebûl
kirin. Piştî ku di sala 2002an de bi wergirtina rûmeta bilind ve mezûn
bû bi şûnde, di encama ezmûnên ku li Almanyayê beşdar kirî de, di beşa
Akademiya Mûzikê e ya Detmold ya "Hoch Schule Für Musik Dermold" ê de
wek xwendekarê bestekarê Alman Prof. Dr. Martin Christop Redel hate
qebûl kirin. Piştî perwerdehiya du salan, dubare vedigere Zanîngeha
Bilkentê , xebatên xwe yên Master û Besayî di Hunerê de qedand. Cebe, di
Zanîngeha Bilkentê, Fakulteya Muzîk û Hunerên Pêşandanê ya Yekeya
Perwerdehiya Destpêka Muzı̂kê, Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha
Başkentê û Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Dicleyê de perwerdekarî
kir. Niha jî li Zanın̂geha Batmanê, Fakulteya Hunerên Bedew, di Beşa
Muzîkê de dixebite û her wiha wek Doç. Dr. seroktiya Beşa mûzîkolojiyê
jî bi rêve dibe. Berhemên wî bi giranî li welatê me, li Almanya,
Avusturya, Azerbaycan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Kanadayê têne
jenandin. Herweha Yekemîn Pirtûka Cebe, a bi navê 'Ezidilik Ezidi Müziği
ve İlahileri' di 2014an de ji weşanên Na'yê derket.
- Stok Durumu: 100
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Rohat Cebe
- Kağıt: 130 Kuşe KAĞIDI
- Sayfa: 52
- Dil: Kurdî
- Baskı: A4-21 X29,7
- ISBN: 978-625-7085-43-4
- Kapak: Amerikan Cilt
- Yer: İzmir