BÊJENASIYA
ZIMANÊ KURDÎ ya DÎROKÎ
Eva
pirtûka Lêkolîna "bêjenasiyî" ango "etîmolojîk" ya
îndocermenîst û îndoîranolog Beyhanî Şahîn, ligorî metodên zimannasiyî yên
akademîk peyv bi peyv, deng bi deng dîroka zmanê kurdî zelal dike.
Ji
kurdiya nuh dest pê dike û gav bi gav heta zimanê îndo-ewrupî yê bingehîn paşta
diçe.
Pêşta
zimanên kurdî, paşê kurdiya navîn, zimanên îraniya navîn (partî, pehlevî,
sogdî, khotansakî, xwarezmî), kurdiya kevin, zimanên îraniya kevin (mediya
kevin, avestiya ciwan û kevin, farsiya kevin), proto-kurdî, proto-îranî,
sanskrîtî, vedî, proto-hîndî, proto-arî û proto-îndo-ewrupî yek bi yek di ber
çavan ra derbaz dike; her weha zimanên din yên îndo-ewrupî yonaniya kevin,
latînî, zmanên cermenî, zimanên slavî, zimanên keltî, zimanên enetoliya kevin û
toxarî.
Di vê
xebata akademîk da çîroka fonolojî û semantîka zmanê kurdî esas hatiye girtin.
Deng û peyvên zmanên kurdî heta destpêka çêbûna xwa ya berî pênc hezar salan
yek bi yek, heta atomên xwa yên herî piçuk hatine vegotin.
Bi saya
vê lêkolînê li hêlekê derfeta ku meriv bikare zmanên kurdî li ser bingehên xwa
yên dîrokî bi xurtî ava bike, derdikeve, û li hêleke din jî şaşiyên ku bêhemdî
di zmanên kurdî da çêbûne û çêdibin, zelal dike. Ev cîlda yekem e.
Amadekar: Beyhanî
Şahîn
Rûpel: 202
Weşanên Na- 2020
- Stok Durumu: Stokta Yok
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Beyhanî Şahîn
- Ebat: 0.00cm x 13.50cm x 19.50cm
- Kağıt: 70 gr kitap kağıdı
- Sayfa: 202
- Dil: Türkçe
- Baskı: 2020
- ISBN: 978-625-7085-04-5
- Kapak: Karton
- Yer: İzmir