Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Ziman û Jiyan

Ziman û Jiyan
Ziman û Jiyan
-20 %
Ziman û Jiyan
Ziman û Jiyan
Ziman û Jiyan

Xwendevanên hêja,


Ji ber ku demek dûrî dirêj e zimanê kurdan bi boneya gelek sedeman di janê de li gor pêdiva xwe bikar nehate. Sedema herî mezin dagirkera welat e. Hinek deman metîngeran kurdî qedexe kirin e. Gelek caran jî di nav civakê de bikêrhatina wî tune kirin e. Zimanê xwe derxistine pêş. Ji alekî ve zimanê wan bûbû zimane ol û bawerê, ji alê din ve jî bûbû zimanê dadê. Dawî jî bûbû zimanê perwerdê.


Pirana kurdan hatibûne rewşek ku ji ber ziman û qewmeta xwe şerm bikin. Dema ku em van pirsgirêkan hemûyan bînin nik hev, em ê bibînin ku di derheqê ziman de kêmagahîmayîna me pir asa ye. Wek ku tê dizanîn bêzimantî bênasnamemayîn e.


Ji bo ku ez dixwazim xwedî nasname bim û li nasnameya xwe xwedî derkwvim, min di derbarê ziman, zimanê zikmakî de xwe gihand hinek agahan. Dixwazim van agahan bi we xwendevanên hêja re par ve bikim.


Wek ku hûn dizanin tekoşîna azadî rê li ber pêşvebirin û parastina kurdî vekirî ye. Gelek tiştên azadîperwer di fêrbûyîn û bikaranîna zimanê zikmakî de ye. Ev jî mafek xwezayî yê ku ji dayîkbûnê ve heye. Mafek ku Yezdan daye ye.


Min jî di vê dewrê de bi armanca ku xizmetek baş ji zimanê xwe yê zikmakî yê


qedexe bûyî re bikim, min ev xebata biçûk kir.


Ji du beşan pêk tê; beşa yekem, di derheqê ziman de hinek agahên ensîklopedî ne. Beşa duyem jî, di derheqê rêziman û rastnivîsa kurdî de ye. Min nîşaneyên rastnivîsê jî hinekî şirove kirine. Di dawa pirtûkê de wek ferhengokek biçûk a ji gotinên ku texmîn dikim di nav gel de zêde nayê xebitandin, heye. Wekî din çend helbest û hinek kurtenivîsên wek anektodan jî tê de hene. Navê çavkanên ku min mifa ji wan girte li dawa xebatê hate nivîsandin.

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
  • Stok Durumu: 99
  • Yayınevi: Weşanên NA
  • Yazar: M.Emîn Altox
  • Ebat: 0.00cm x 13.50cm x 19.50cm
  • Kağıt: 60 gr kitap kağıdı
  • Sayfa: 158
  • Dil: Kurdî
  • Baskı: 2014
  • ISBN: 978-605-63926-8-9
  • Kapak: Karton
  • Yer: İzmir
₺56,00
₺70,00
Vergiler Hariç: ₺56,00
1 adet ve üzeri ₺56,00
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .