Derheq da
Her jinekê çîrokeke xwe heye; tu li serborî û jiyana kîjan jinê binêrî, bêguman wê tê de êş xuya bike. Di Çîrokan de lehengê êş kişandî hertim jin e. jin stûna çîrokê ye, stûna çîroka jiyanê.
Loma jinên nivîskar bi van berheman vê stûnê zexmtir kirine û jiyanê xweşiktir.
Jinen niviskar ji fikir û ramanên xwe ji jîyana xwe ji xewin û xeyalên xwe bi zimanekî dinê berhemên xwe afirandine.Ev berhem çîrokên rastiyê ne; rastiya çiroka jinê ye.20 jin antolojiya êşên xwe nivîsîne, her çiqas ev ne antoloji be jî me ev nav lêkir. Xebata kolektif a jinên kurd li ser xêre be, em hêvî dikin wê di nav edebiyata me de cihêkî xweş bigire.
Amadekarê vê dosyayê Yasemîn elban e:
Bist jin û berhemên wan ev in:
- Ez, Baran û Pira As - Amîne Pîrozxan
- Perîqa Qaqlîbazê - Laleşa Ûsiv
- Qêrîniya Bêdeng – Sewda
- Nikulê Beytikê - Berfîn Dîcle
- Vanêlya - Merwa Birîm
- Ji Vî Welatî Dernakevim - Vejîna Kurd
- Aqilê Wê Jê Nebirî - Evîn Hesen
- Mirîstan - Gulgeş Deryaspi
- Bêxîreto! - Gula Almastê
- Qolinc - Nerîman Yagiz
- Egît - Umît Fatma Firat
- Jana Perperokê - Nesrîn Rojkan
- Gundê Dînan – Kurdiye Irgat
- Kevirê Heneyê – Yasemîn Elban
- Bextan Reş Nekin - Hind Ebdelo
- Dora Desmalê - Mîdiye Berekat
- Şeva Penaberiyê - Narîn Omer Seyfedîn
- Gola Meyandî - Leyla Mexso Berazî
- Gullan- Leyla Qadirî
- Bextê Reş – Sultan Yaray
Ji bo çapa nû çend gotin
Wekî tê zanîn piştî çapa ewil çap bû û hate belavkirin em pê hesiyan ku di çapê de çend şaşiyên me nedixwest qewimîbûn, loma me belavkirinê da rawestandin me dest bi amadekirina çapa nû kir. Di çapa nû de ew şaşî hatin rastkirin.Bi hêviya bi dilê we be.
- Stok Durumu: 96
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Yasemîn Elban
- Kağıt: 70 gr.kitap kağıdı
- Sayfa: 182
- Dil: Kurdî
- ISBN: 78-625-7085-39-7
- Kapak: Amerikan Cilt
- Yer: İzmir