Min*
Êzdîxana
min, hêsîrxana min
Dinê da bûyî
derdekî mezin,
Ketî dilê
min,
Ketî dilê
min.
Derd î, ku
tucar nayê bîrkirin,
Jan î, ku
tucar nayê kerrkirin,
Hêsir î,
dewsê zihabûn nabe,
Kenê kuști yî,
ax șabûn nabe,
Du‘a yî,
Ez ê du‘ayê kê bikim?
Nifir î,
Êzdî dibêjin:
“Nifir gune ye”,
Nifiran nakim...
Baxçê gulan î,
gul stûxar in.
Refê teyran î,
melûl û jar in...
Kesera kal û
bavan î tu,
Dîroka
fermanan î tu,
Rȇya xerîbiya
dirêj î tu,
Nalîna dengê
dengbêj î tu,
Kilama bi
jan – êș î tu...
Tiberka nav
piyê sa da nî tu,
Qurbana
xwefiroș-ceșan î tu,
Cangoryê
derewa weșan î tu,
Êzdîxana
min...
Êzdîxana
min, sêwîxana min
Dinê da bûyî
derdekî mezin,
Ketî dilê
min,
Ketî dilê
min.