Menü
Sepetim

NA Yayınları'na Hoşgeldiniz.

Kovara Philosophia 2

Kovara Philosophia 2
Kovara Philosophia 2
-20 %
Kovara Philosophia 2
Kovara Philosophia 2
Kovara Philosophia 2

JI EDITOR

   

 

Xwendevan û nivîskarên hêja, bi hejmara 2an a kovara Philosopia ra em carek din bi hev ra ne. Di vê hejmarê da gelek gotar û nivîsên philosophic (felsefî) ên hêja li benda xwendin û helsegandina we nin. Ji bo dile dildarên philosophia bi zarûzmanê kurdkî xweş bibe çi ji destê me dihêt em dikin, û piştî îro jî em dê bikin. Çimkî hûn xwendevan û nivîskarên philosophia (felsefe) bi zarûzmanê me ê şîrîn hêjaî xwendin û nivîstina gotarên hêjatirîn in.

 

De vê hejmarê da du gotarên me ên bi Alphabet ud Orthographia Newrozi henin. Ji ber ku rojek Newrozê ji bo zmany me ê şîrîn rasttir bihête nivîstin û xwendin dest bi amadekarîa vê alphabet ud orthographiaê hatîe kirin ev nav lê hatîe kirin. Ev projectek ji bo nivîstina kurdkîa aînde ye. Nivîsa Raif Yaman a bi navê De Ramana Cordan da Moderniti û beşa Vazhnama Philosophic a Alî Gurdîlî amade kirîye bi vê alphabet û orthographiaê hatinin nivîstin. Ji ber ku ev project hîna berdewam e, ewê hatta demeke nediar nivîsên kovarê bi alfaba Celadet Alî Bedirxan werin nivîstin. Ji bo zanînek berfirehtir a di derbarê xwendin û nivîstina bi Alphabet ud Orthographia Newrozi da hûn dikanin kîtaba bi navê Orthographia Cordki li ser linka https://niviskar.org/alphabeta-newrozi.html nivîstina wê berdewam e bi xweşî bixwînin. Di van her du nivîsên vê hejmarê da bi zanetî gelek peyv bi kurdkîa gran hatinin (formal) nivîstin.

 

Di vê hejmarê da jî ji ber heman sebebên me di hejmara taybet û hejmara pêşîn a kovarê da anîbûn zmên hatta ji destê me hat me nexwast em hemî gotarên nivîskaran bi orthographia (îmla) kovarê a me ji we ra qal kiribû rast bikin. Me xwast zmanê nivîskaran zêdetir wekî xwe bimîne û xwendevan zêdetir ji hawaên cuda ên kurdkîa sivik û herêmî haydar bibin da ku qet nebe di hindik waran da neçartîa nivîstina bi kurdkîa gran a standard roj bi roj çêtir were têgihîştin. Gotin û qeîdên zimanê sivik di nav du gundan da, hatta di nav du malên hema gundî da jî dikanin biguherrin. Lê zimanê gran zimanê bi şeklûşemal e; ne li gor şar û şaroşkan ne jî li flan herêm û bêvan herêmê diguherre.

 

Di vê hejmarê da ji bo danasîna philosophên cîhanê me peywisti bi amadekirina beşek nû a bi navê Philosophan dît û ew beş li kovarê zêde kir. Ji bo xwendevanên me ên nû ên dixwazin baştir ji termên philosophic têbigihên beşa Vazhnama Philosophic berdewam e. Ev her du beş dê di hejmarên pêşîa me da jî berdewam bin.

 

Gotar û nivîsên vê hejmarê hemî bi kurdmanckî nin. Divêt em carek din bînin bîra nivîskarên bi zar (dialect) û şêwezarên (subdialect) me ên din dinivîsin ku rûperrên Philosophiaê ji gotarên philosophic ên ji hemî zar û şêwezarên kurdkî ra vekirî nin. Bê guman gotarên philosophic yn nivîskarên me ên bi zar û şêwezarên cuda ên kurdkî dema ji me ra bihêtin şandin ewê di kovarê da werin weşandin.

 

Wekî me berê jî gotibû di kovara Philosophia da bi şertê ku xwedî guncawtîek philosophic bin hemî nivîsên hemî nivîskaran dihêtin weşandin. Rastî û nerastî, zanistîtî û nezanistîtîa di gotar û hempeyvînên di kovarê da dihêtin weşandin dikanin bibin babeta guftûgoên philosophic. Em amade nin nivîsên rexneî (critical) ên bi pîvanên zanistî ên li ser gotar û hempeyvînên kovarê jî biweşînin. Bi bawerîa me ramanyn philosophic yn meriv nikanibin rexne bikin tunne nin. Heker rexnên we ên philosophic hebin, hûn dikanin bi dileki xweş ji me ra bişînin.

 

Di vê hejmarê da gotarên nivîskar Raif Yaman, Murat Dildar, Mahmut Ozçelik, Lokman Polat û Alî Gurdilî li benda xwendin û helsegandina we nin. Alî Gurdilî, dildarê philosophia bi zarûzmanê kurdkî, wekî her demê vê carê jî bi tercûma xwe, bi amadekirina danasîna philosophê namdar Socrates a di beşa Philosophan da û bi amadekirina beşa Vazhnama Philosophic karekî hêja pêk hanîe.

 

Bi hêvîa her roj rîa we pirrtir bibe rîa zanînê, philosophia pirrtir bibe hawaê ramîna we, û em hemî bi hêjahîên xwe ên kulturî, millî û însanî li warê xwe ê bi hezaran salan û li her dera cîhanê jîanek xweştir û bi rûmettir bijîn, weşana Philosophiaê bi sedsalan bi zarûzmanê me ê şîrîn berdewam bibe, bimînin di xweşîê da.

 

 

 

 FÊHRÊST

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
Kötü İyi
  • Stok Durumu: 48
  • Yayınevi: Weşanên NA
  • Yazar: Kolektif
  • Kağıt: 70 gr.kitap kağıdı
  • Sayfa: 100
  • Dil: Kurdî
  • Baskı: 24x22 cm
  • ISBN: 978-625-7085-64-9
  • Kapak: Amerikan Cilt
  • Yer: İzmir
₺40,00
₺50,00
Vergiler Hariç: ₺40,00
1 adet ve üzeri ₺40,00
Tarama deneyiminizi ve sitemizin işlevselliğini iyileştirmek için tanımlama bilgileri ve diğer benzer teknolojileri kullanıyoruz. Gizlilik Politikası .