Li ber serê wan sekinî. Destê xwe
li milê yekî ji wan xist. Lê deng ji wan nehat. Hêdîka quncekî çarşefa li ser
wan rakir. Serê Guljîyanê li ser balgeh bû. Porê wê yê zer, li ser rûdena wê de
belav bûbû. Destê xwe li milê wê yê tazî xist. Lê tu pêjn jê nehat. Çarşefa li
ser wan hemû kişand. Li ser livînan Guljîyanê û Hemîn di berê hev de wilo
şilftazî, di nav xwînê de dît. Çiqas çavên xwe firkand jî ew dîmena li ber çavên
wê qet neguherî. Li ber dîmen mîna peykerekî li şipîya mabû. Çavên wê li ser
wan zoq mabû. Gewrîya wê xitimî. Dengê qîrîna wê di bîra henaseya wê de mîna ku
bê deng mabe, di dilê wê de olan dida. Heçko ziravê wê teqîya be. Ji nîşka ve
li erdê dirêj bû. Ji ber wan sîya jîyana nepenî ya henaseya xwe di nav razê de
temirandin; Nepenê jî li ber dîmenê wan, ronahîya çavên xwe, ji tarîyê re
ditemirand di nav şoqê de…
- Stok Durumu: 98
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Mahîr Bagok
- Kağıt: 60 gr.Kitap Kağıdı
- Sayfa: 220
- Dil: Kürtçe
- ISBN: 978-625-7085-63-2
- Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
- Yer: İzmir