GIRÎNGIYA ÇÎRVANOKAN (ÇÎRÇÎROK)
Çîrvanok ji rastiya jiyanê dûr bên xûyan jî,
ji bo her kesî, bi taybetî jî ji bo zarokan dinyayeke awerte û rengîn
diafirîne. Mafê hemû zarokan heye ku bikevine nava vê dinyaya derarastî û
rengîn. Pêwist e ku hemû zarok li xalîçeya bi sêhr siwar bibin; behr, çiya,
banî û robaran biborin, bigihêjin serê çiyayê qaf, bi Mîrza Mihemed an jî bi
keybanûyekê ra di nava xasbaxçeyan da bigerin. Çîrvanok ji bo perwerdehî û
pêşketina zarokan roleke girîng dilîzin. Ji bo mezinan jî weke kurteçîrok û
romanan dibin sebir û tebat. Li gor zanyaran, zarok bi saya jiyanê bêhtir fêm dikin.
Di jiyanê de haya wan ji gelek qencî û xerabiyan jî çêdibe. Di şer û têkoşîna
nabvera qenc û xeraban de tim dibin alîgirên qencîxwazan. Di çîrokan da, bi
giştî karakterên qencîxwaz bi ser dikevin. Ev jî dibe fikreke zindî yên
serkeftina kesên dilpak. Zarok berî ku di jiyana rastîn da karakterên curbicur
bibinin û binasin, bi eriya çîrvanokannas dikin.
Çîrvanok, dinyaya xeyalên zarokan rengûreng û
dewlemend dike. Zarok bi vegotin û xwendina çîrvanokan, peyvên nû hîn dibin û
bi zimanekî dewlemend xwe bi rêk û pêk îfade dikin. Hêza raman û hestên xwe bi
çîrvanokan ve dixemilînin û dikemilînin. Hunera hizirkirina jiyana nedîtbar bi
çîrvanokan ve geş dikin. Pêwîst e ku hemû dê û bav ji zarokên xwe re çîrok/çîrvanokan
vebêjin an jî bixwînin. Bi vegotin û xwendina çîrokan, di navbera dê, bav û
zarokan da danûstandineke germ û bi dil û can çêdibe.
MÎRZA MIHEMED
Mîrza Mihemed lehengekî ji çîrokên kurdan e.
Her çiqas wek çîrok bên vegotin jî her çîrokek wî wek efsaneyekê ye. Pêwendîya
wî ya bi Teyrê Sîmir û ajelên din ra jî taybetmendîyeke cuda ye. Mîrza Mehemed
ne wek lehengekî ji rêzê ye, lewra ew naçe bi kes û şexsan ra nakeve şer û
cengan, ew bes bi dêw û ejdarheyan ra dikeve şer. Bi piranî di hemû versîyonên
çîrokên wî da şahbanûyek dîl dikeve destê dêw an jî ejderhayekî. Mîrza Mihemed
jî şûr, mertal, tîr û kevanê xwe hildide û li pey xelaskirina wê şahbanûyê
dikeve. Gava li pey şahbanûyê diçe, li ser rêya xwe rastî gelek ajelan tê, alîkarîya wan dike û wan ji tengasiyan xelas
dike. Carina çûçikên Teyrê Sîmir ji ejderha xelas dike, carina jî birînên
şêrekî derman dike, carinan şûrê xwe li ser coyekê ra dike pire û morîyan di
ser ra derbasî alîyê din dike. Carinan xwedîtîyê li beqekê dike û carinan jî
xwedîtîyê li kerekî dike, an jî têjikên
mar, kûçik, pisîk û mişkê ji destê zarokan xelas dike.
Mîrza Mihemed karakterekî xêrxwaz û qencîxwaz
e. Her tim alîkarîya mirovên ketî û ajalan
dike. Ji ber vê yekê ew ajal jî tim jê ra dibin pal û pişt û alîkarên wî, ew jî
bi alîkarîya wan bi hêsanî digihêje armanca xwe û şahbanûyê ji dastê dêw û
ejderheyan rizgar dike, ji bilî van hemû taybetmendîyan, ew xwedî soz û qirarê
xwe ye û di heman demê da ew yekî efûker e. Her çend xerabîyên giran jî lê tên
kirin jî ew dîsa dijminê xwe dibexşîne.
Min ev deh çîrvanok
ji devê vegêranên cuda û ji çend pirtûkên nivîskaran girtîye. Her çend ew
çîrvanok min ji pirtûkên nivîskaran girtibe jî min di zarokîtîya xwe de wan
çîrvanokan bihîstibû, lê ji ber ku zêde dem di ser re borîye, min hinek beşên wan ji bîr kiribû, bi saya serê wan ew beşên min jî bir kiribûn
ketine bîra min û ew beşên min jê
dizanî, min lê zêde kir, ji bo vê yekê
ez serê ewil spasîya vegêran Mem Bawer û Edalet Tan dikim, û spasîya
nivîskar Riza Çolpan, Îkram Îşler û Nihat Öner dikim.
- Stok Durumu: 98
- Yayınevi: Weşanên NA
- Yazar: Yasemîn Elban
- Kağıt: 70 gr kitap kağıdı
- Sayfa: 108
- Dil: Kürtçe
- Baskı: 2023- Hezîran
- ISBN: 978-625-7085-83-0
- Kapak: American Cilt 13,5 x19,5
- Yer: İzmir